Zehra Dogan û sê hunermend li Berlînê hatin destgîrkirin
Wênesaz û rojnameger Zehra Dogan û sê hunermendên ji Fransayê dema li Muzeya Pergamonê ya Berlînê ji bo Heskîfê çalakî li dar xistin, hatin destgîrkirin.
Wênesaz û rojnameger Zehra Dogan û sê hunermendên ji Fransayê dema li Muzeya Pergamonê ya Berlînê ji bo Heskîfê çalakî li dar xistin, hatin destgîrkirin.
Zehra Dogan li ser peyama xwe ya twîtterê got ku “Li Berlînê ji bo ku em deng bidin Heskîfê tevî Jûan Golan Elîbeg, Aûrelîe Gerardîn, Thomas Lamoûroûx li Muzeya Bergamonê em ji aliyê polîsên Elmanyayê hatin destgîrkirin. Lêpirsîna me didome.”