Zarokên Kurd ên li Swêdê wê sibe dibistanê boykot bikin
Zarokên kurd ên li Swêdê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên qirker û qetilkirina zarok jî di nav de ya sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve, wê roja Înê dibistanê boykot bikin.
Zarokên kurd ên li Swêdê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên qirker û qetilkirina zarok jî di nav de ya sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve, wê roja Înê dibistanê boykot bikin.
Zarokên Kurd ên li cihên cuda yên Swêdê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk, dîsa qetilkirina sivîlan a bi çekên fosforê ragihandin wê roja Înê neçin dibistanê.
Zarokên ku bi dîmen axivîn û li ser tevnên civakî parvekirin, bang li hemû zarokên Kurdistanî yên li Swêdê dijîn kir ku neçin dibistanê.
Agir Kasiga yê diyar kir ku naxwazin zarok li Rojava bimirin got: “Ew nirxên herî giranbûya yên cîhanê ne. Ji bo wan sibe naçim dibistanê.”
Zarokê Kurd ê bi navê Argeş jî anî ziman ku ji ber hevrêyên wî li Rojava tê qetilkirin ew sibe dibistanê boykot dike û got: “Bijî Berxwedana Rojava”. Tînda a Li Ûppsûla dijî jî got: “Bila Erdogan bomberdûmana li ser zarokan rawestîne. Ji ber protestokirina bomberdûmana Erdogan a li ser Rojava sibe naçim dibistanê.”
Zarokek din a keç jî diyar kir ku li Rojava di êrîşên qirkirinê de bi sedan zarok hatine qetilkirin û gelek kes jî neçar mane ku ji cih û warên xwe koçber bibin. Zaroka keç a Kurd anî ziman ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bikar anî û ogt: “Bi sed hezaran kes ji ser xakên xwe koç kirin. Zarok nikarin biçin dibistanê.Ji bo piştevaniya bi Rojava re sibe dibistanê boykot dikim.”
Zarokên Kurd ên hatin ba hev, bang li Swêd û welatên Ewropa kir ku çekan nefiroşin dewleta Tirk.