NÛ BÛ III

Li Ewropayê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

Li gelek navendên Ewropayê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat pîrozkirin.

PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ

Li gelek navendên welatên Ewropayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat pîrozkirin.

DÛÎSBÛRG

75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê  Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û DKTM’ê ya Dûîsbûrgê bi çalakiyekê hat pîrozkirin.

Jin, zarok û bi dehan welatparêz beşdarî pîrozbahiya ku saet di 16:00 de li salona Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê hat lidarxistin bûn.

Nûda Botan di çalakiyê de axivî û got, “75’emîn rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyê pîroz be. Em her tim dibêjin baş e ku em xwedî Rêberekî wekî Rêber Apo ne.” Botan di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

GÎESSEN

Li Gîessenê bi organîzasyona Meclîsa Jinê li baxçeyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dar hatin çandin. Di çalakiyê de ji bo şandina Îmraliyê gelek qert hatin amadekirin.

Çalakiya ku gelek kes lê amade bûn bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HANOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî şahiyek hate lidarxistin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.

Di axaftinan de bal kişandin ser armancên komploya navneteweyî û hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan xwediyê civaka Kurd e ku di nava qirkirinê de ye, Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Azadiyê ya ku berdêla jinên cîhanê daye. Di şexsê jinên Kurd de alternatîfa jiyana azad, ekolojîk, azadiya jinê, paradîgmaya alternatîfa demokratîk a li dijî pergala mêtîngeriyê ya kapîtalîst.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan vejîna gelê Kurd ê ku di pençê qirkirinê de ye, xwediyê Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku bûye aîdi jinên cîhanê û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jînê ya ku jiyana azad a alternafî pergala kapîtalîst e. Di axaftinan de li ser armanca komploya navneteweyî jî rawestiyan. 

Hat diyarkirin ku komploya navneteweyî û tecrîda girankirî xala herî kûr a polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd e û hat gotin ku jiyana azad ancax bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêkan e û li ser vê bingehê mezinkirina têkoşînê jiyanî ye.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî, Sîwanên Meclîsa Jinên Êzidî, Navenda Civaka Demokratîk a Hannoverê û Gemeînsam Kampfen axaftin hatin kirin. Di axafyinan de hat destnîşan kirin ku divê pêngav di demeke kurt de were mezinkirin û biryaradariya li ser misigerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd hat destnîşankirin.
Di çalakiyê de hunermendên Kurd Hêvî Çiya, Arînxan û Herdem Seydo, Aydin Amara, Bavê Ronî, Devran û Hîkmet Bira derketin ser dikê.

Kurdistaniyan û dostên wan ên beşdarî çalakiyê bûn qert şandin Îmraliyê.

ESSEN

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Gel KOMAV'ê ve bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Kurdistaniyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li dar xist, da. Salona ku çalakî lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Şahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên Meclîsa Gel a Essenê têkildarî girîngiya rojê axaftin kirin. Li ser navê KOMAV'ê Cahîde Goyî axaftinek kir. Goyî di axaftina xwe de li ser girîngiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiya û got, “4’ê Nîsanê rojbûna gelê Kurd û mirovahiyê ye. Em sersaxiyê li şehîdên têkoşîna azadiyê, şervanên têkoşîna azadiyê, zarokên Kurd, malbatên şehîdan û hemû Kurdên birûmet dixwazin. Rojbûna Rêber Apo zayîna neteweya Kurd e. Rêber Apo em anîn vê astê. Rojbûna Rêber Apo îro neteweyek ava kiriye. Îro jidayikbûna jina azad e ku li eniyên şer li ber xwe dide.

Goyî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî  û destnîşan kir ku ew di têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi biryar in. Piştî axaftinê li salonê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştre jî pasteya ku ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo hatibû amadekirin ji aliyê zarokan ve hate birîn. Çalakiya pîrozbahiyê ji aliyê zarokan ve bi coşek mezin hat pîrozkirin.

BONN

Di çarçoveya pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li bajarê Bonn ê Elmanyayê çalakiya çandina şitilan hat lidarxistin.

PARÎS

Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê sazî, rêxistin û esnaf hatin ziyaretkirin û pirtûkên Abdullah Ocalan hatin diyarîkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Navenda Gel a Demokratîk Ahmet Kaya ve serdana esnafan hat kirin. Heyeta ku di nav de Hevserokê CDK-F Şahîn Polat jî hebû, li Parîsê gelek esnaf û sazî ziyaret kirin.

Dema ku pirtûkên Abdullah Ocalan diyarî dikandarên Fransî hatin kirin, gel jî der barê tecrîda girankirî ya ku niha li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ragirtin hat agahdarkirin. Her wiha esnaf, karsaz û derdorên Fransî der barê kampanya, meş û mîtîngên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên lidarxistin de agahî dan. Di serdanê de şandeya Kurd ji aliyê Fransiyan ve bi germî hat pêşwazîkirin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurt Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

HOLLANDA

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li bajarê Arnhem, Den Haag, Amsterdam û Rotterdamê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Hollandayê hat pîrozkirin. Di çalakiyan de sînevîzyonên ku behsa jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin hatin nîşandan û konser hatin lidarxistin. Bi gelemperî jin û zarok beşdarî çalakiyan bûn.

DUSSELDORF

75’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Jinan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Salona ku çalakî lê hat lidarxistin bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wuppertalê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwarina fitarê hat dayîn.

ST GALLEN

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve li bajarê St.Gallen ê Swîsreyê hat pîrozkirin.

Çalakiya ku jin, zarok û gelek welatparêz beşdar bûn saet di 18:00 de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. dest pê kir. Di axaftinan de serketina hilbijartinê ya DEM partiyê û rojbûna Abdullah Ocalan bi hev re hatin pîrozkirin û wiha hat gotin: “Rojbûna Rêber Apo li hemû mirovahiyê pîroz be. Em her tim dibêjin, baş e ku em xwedî Rêberekî wekî Rêber Apo ne." Pîrozbahî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

HAMBÛRG

STÛTTGART

FREIBÛRG