YXK û JXK’ê li Bîelefeldê rojbûna Rêber Apo pîroz kir
Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Bîelefeldê çalakiya bi kon hate kirin.
Ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda Bîelefeldê çalakiya bi kon hate kirin.
Koma YXK û JXK’ê ya li Bîelefeldê roja Şemiyê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke bi kon lidarxist.
Çalakî saet di 14.00’an de dest pê kir. Di çalakiyê de pêşangeha wêneyan ên agahiyên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd, konfederalîzma demokratîk û îdeolojiya azadiya jinan hate vekirin.Di heman demê de ji bo azadiya Rêber Apo jî gelek îmze hatin komkirin.
Çalakgeran bi kesên li ser rê derbas dibû jî derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û paradîgmaya wî hin hevdîtin kirin.
Di çalakiyê de berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan û axaftinên wî hatin guhdarîkriin.
Çalakgeran saet di 18.00’an de balonên rengîn firandin û çalakî bi dawî kirin.