Ciwanên Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) û Komuna Ciwanên Enternasyonalîst li kantîna Zanîngeha Freîen a Berlînê hatin ba hev û sûcên şer ên dewleta Tirk û qedexekirina PKK’ê li Elmanyayê eşkere kirin.
Çalakî bi şîara “Bila qedexeya 30 salane ya PKK’yê bê rakirin, demokrasî bê xurtkirin“ hat lidarxistin.
Xwendekaran bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîl û binesaziya bingehîn a li Rojava, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û qedexeya PKK'ê ya ku 30 sal in heyî ne.
Di çalakiyê de ciwanan xwest ku qedexeya ku mafên bingehîn ên civaka Kurd li Elmanyayê sînordar dike, divê demildest bê rakirin.
Ciwanan destnîşan kirin ku PKK weke aliyê rewa yê şerê çekdarî nûnertiya konfederalîzma demokratîk a ku jiyana hevpar a aştiyane û demokratîk a civakên etnîkî û olî yên li çaraliyê cîhanê misoger dike, bi biryara Dadgeha Bilind a Brukselê ya sala 2020'an pêk tê.
Ciwanan destnîşan kirin ku wekî ku di sala 2020’an de ji hêla Dadgeha Bilind ve li Brukselê biryar da, PKK weke aliyê rewa yê şerê çekdarî nûnertiya konfederalîzma demokratîk a ku jiyana hevpar a aştiyane û demokratîk a civakên etnîkî û olî yên li çaraliyê cîhanê misoger dike.
Di çalakiyê de ciwanan bang li hemû xwendekaran kirin ku beşdarî çalakiya mezin a li dijî qedexeya PKK'ê ya ku wê di 18'ê Mijdara 2023'an saet 11.00'an de bê lidarxistin, bibin.