YJK-E: Ji bo azadiyê werin tevlî mîtînga Strasbourgê bibin
YJK-E’yê di serî de bang li jin û li her kesî kir ku beşdarî mitînga li Strasbourgê bibin û got: “Bi şîara ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ werin tevlî mîtînga li Strasbourgê bibin.”
YJK-E’yê di serî de bang li jin û li her kesî kir ku beşdarî mitînga li Strasbourgê bibin û got: “Bi şîara ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ werin tevlî mîtînga li Strasbourgê bibin.”
Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û ji bo tevlîbûna meş û mîtînga ku dê 15’ê Sibatê li Starsbourgê were lidarxistin, bang kir.
Di daxuyaniya YJK-E’yê de wiha hate gotin: “Em dubare hemû hêzên navneteweyî yên di nava komployê de cih girtine, şermezar dikin. Ev 26 sal in di pergala qirkirinê ya Îmraliyê de tecrîdeke mezin tê ferzkirin, hêzên navneteweyî yên hemû rêgezên hiqûqî yên navneteweyî binpê dikin, hewl dan ku gelê Kurd ji Rêber Apo dûr bixin. Rêber Apo li hemberî van kiryaran serê xwe netewand û bi fikr û felsefeya xwe tecrîd şikand. Konfederalîzma Demokratîk, îro ne tenê ji bo çar perçeyên Kurdistanê ji hemû gelên cîhanê re bûye hêvî. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî mînakeke wê ye.
Em hemû bûn şahid ku têkoşîna Rêbertiya me û ya gelê Kurd xurttir bûye û tecrîd şikandiye. Di vê serdemê de ku Rêber Apo li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye mifteya aşitî û çareseriyê û dîroka Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin, em jî dibêjin ‘dara me ye’ û ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabîkirin, werin em hemû bi hev re tevlî meş û mîtînga ku dê 15’ê Sibatê li Starasbourgê were lidarxistin, bibin. Bi hêvî û morala hevdîtina li gel Rêbertiya me û bi şîara ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ di serî de jin em bang li hemû gelê me yê li Elmanyayê, dostên xwe û saziyên civakî dikin ku beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin.”