BI DÎMEN

YJA Star: Ji jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin re bûn çavkaniya sûdwergirtinê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Pêşengî ji fikir, têkoşîn, jiyan û afirîneriya bi rengê jinê re kirin û ji jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin re bûn çavkaniya sûdwergirtinê."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî 2 gerîlayên jin ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Hevrêyên me, milîtanên partiya me PKK û PAJK'ê Berfîn Roj û Têkoşîn Dilgeş 30'ê Mijdara 2023'an di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê. Em şoreşgerên kedkar ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û îdeolojiya azadiya jinê Berfîn û Têkoşîn bi rêz û minet bi bîr tînin û soz dikin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Hevrêyên me Berfîn û Têkoşîn her çiqas ji neçarî dûrî Kurdistanê jiya bin jî dilê wan her tim bi gelê me re û bi têkoşîna gerîla ya bênavber re bû. Ji ber vê yekê hêj di demek zû de beşdarî têkoşîna rizgariya gelê me bûn û berpirsiyariya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih anîn. Her du hevrêyên me li dijî Komploya Navnetweyî ya di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me û mirovahiyê pêk hat, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û bersiva komplogeran dan. Bi van taybetiyên xwe xeta herî rast a têkoşînê nîşanî gelê me yê ku neçar maye li metropolên Tirkiyeyê bijî dan. Bi fedakarî û bêdudilî beşdarî têkoşîna gerîla bûn û wek milîtanên PAJK'ê yên dildarên azadiyê li çar aliyên Kurdistanê şer kirin û şerê azadiya jin û gelê me bi awayê herî xurt dan. Hevrêyên me di heman demê de bi hemû hebûna xwe beşdarî îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo bûn û bi pêşengiya têkoşîn, hizirkirin, afirandin û jiyana jinane bûn xwediyê têkoşîneke ku dê ji bo hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin feyzê jê bigirin. Wek hevrêyên Berfîn û Têkoşîn, em di serî de ji bo malbatên biqîmet ên hevrêyên xwe sersaxiyê ji hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û miletê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên der barê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Berfîn Roj
Nav û paşnav: Caize Selber
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik û bav: Sakîne – Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 30 Mijdar 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Têkoşîn Dilgeş
Nav û paşnav: Şîrvan Ulaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Perîxan – Suleyman
Cih û dîroka şehadetê: 30 Mijdar 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

BERFÎN ROJ

Hevrêya me Berfîn li nevçeya Şêrwanê ya Sêrtê di nav malbeteke welatparêz de hate dinyayê. Lê belê ji ber ku malbata wê koçî metropolên Tirkiyeyê kir, bi neçarî ji welatê me Kurdistanê dûr jiya. Ji ber ku malbat û derdora wê xwedî zanîneke kûr a welatparêziyê bûn û di her şert û mercê de xwedî li Kurdîniya xwe derketibûn, hevrêya me Berfîn jî dilsozê eslê xwe bû. Hevrêya me hêj di zarokatiya xwe de ji mezinên xwe guhdariya çîrokên nijadkujiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistan û Anatolyayê pêk dianîn dikir û bi awayî heqîqeta dijminî jî nas kir. Bi taybetî cara ewil dema ku li Stenbolê dijî nakokiyên navxweyî jiya û bû şahidê bêtehemuliya dijminî ya li hember ziman, çand û nasnameya Kurdî. Hevrêya me Berfîn wek jineke Kurd a berxwedêr tevî hemû zext û zordariyê, behtir xwedî li nirxên xwe yên zayînî derket. Ji destpêka salên 1990’î, bi geşbûna berxwedana gerîla ya li Kurdistanê û serhildana gelê me ya ji Botanê heya Amedê, ji Serhedê heya Garzanê û li gelek cihên din, bêguman moral û hêz da gelê me yê li metropolên Tirkiyeyê jî dijîn û zilmeke mezin re rû bi rû diman. Bi taybet çalakiyên xurt yên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker, rê li ber ciwanên Kurd ên li metropolên Tirkiyeyê dijîn vekir ku pêl bi pêl ber bi refên gerîla û têkoşînê ve biherikin. Dewleta Tirk a dagirker ji rihê şoreşgerî yê gelê me tirsiya û di serî de bajarên Kurdistanê li her derê ku gelêê me lê li ber xwe dida êrîş, komkujî û êşkenceyên xwe zêde kirin. Hevala me Berfîn jî di sala 1993'an de bi hinceta ku li xalê wê digerin, ji aliyê dijmin ve bi awayekî kontravarî hat revandin û tevî ku hêj zarokekî 12 salî bû rastî êşkenceyên dermirovî hat. Piştre çend carin din jî ji aliyê dijmin ve hat revandin, lê hevrêya me ev pêvajoya êşkenceyê wekî bingeha têkoşîneke mezin û destana canşêriyê raçand. Rêhevala me wekî keçeka jîr a Kurd berê xwe da berxwedanê û bi vîneke ku êşkencekeran matmayî bihêle, rûmet û nasnameya xwe parast. Êşkencekar çiqas êşkenceyê li hevrêya me Berfîn kirin jî berxwedana xwe ewqas mezin kie û li benda roja tolhildanê sekinî.

Hevrêya me li ser vê bingehê dev ji xwendina li dibistanên sîstemê berdide û pêşiyê di asta herêmî de, piştre di asta profesyonelî de di nav xebatên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) de xebatên xwe yên şoreşgerî û welatparêziyê didomîne. Berî ku hevrêya me Berfîn tevlî refên têkoşînê bibe, hevrêya me Zîlan - Zeynep Kinaci ya di sala 1996’an de li Dersîmê çalakiyeke fedaiyane li dijî yekîneyeke dijmin pêk anî û vê yekê xeta têkoşînê ya hevrêya me Berfînê raçand. Hevrêya me Berfîn xwedî wê baweriyê bû ku têkoşîna azadiyê encax dikare bi şopandina hevrêyên fedaî û layiqî şopa wan bibe wê bigihêje serkeftinê û li ser vê esasê têkoşîna xwe mezintir kir. Hevrêya me li gelek herêmên Stenbolê bi pratîkeke serkeftî xebitî û bû wesîleya ku bi dehan ciwanên Kurd hişyar bibin û tevlî refên têkoşînê bibin. Hevrêya Berfîn dema ku di sala 1999’an de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me pêk hat, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bersiva herî watedar da hêzên komploger û biryar da ku meşa azadiyê ya gelê me bihêztir bike.

Heval Berfîn ji Dersima ku şehîd Zîlan çalakiya fedaiyane pêk anîbû tevlî refên gerîla bû û yekemîn agahiyên xwe yên derbarê gerîlatiyê de ji vir digire. Hevrêya me ji ber ku berê jî xebat kiribûn û partiya me PKK'yê, têkiliyên rêhevaltiyê û jiyana komunal baş dizanîbû bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Beşdariya wê ya durist û jidil û dilê wê yê dûrî sîstemê ji aliyê hemû rêhevalên wê re bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Piştî ku li Dersimê salekê têkoşiya ji wir derbasî Erziromê bû û piştî salekê jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medayayê bû. Li vê derê li Xinêre û Qendîlê demekê xebat meşand û xwe di qada leşkerî û îdeolojîk de bi pêş xist. Bi taybet di çarçoveya dahûrandin û parêznamyên Rêberê me de xwe perwerde kir û xwest rastiya Rêber Apo bi xwe ji Rêber Apo hîn bibe. Bi perwerdehiyên akademiyên îdeolojîk li ser îdeolojiya rizgariya jinan hûr bû û roj bi roj xwe li ser rêgezên rizgariyê pêş xist û hewl da bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo. Hevrêya me Berfîn dizanî ku rizgariya jinê bi tenê zanîna îdeolojîk naçe serî. Loma ji bo parastina jinan û gelê me, bi taybet bi Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an, pêşniyara ku derbasî herêmên ku bi awayekî çalak li dijî dijmin têbikoşe, kir. Li ser vê esasê ji 2005'an heta 2009'an li Zap û Zagrosan têkoşîna xwe domand û di warê leşkerî de bû xwedî tecrube. Bi saya tevlêbûna xwe ya fedakar û durist şopên mayînde li ser hemû rêhevalên xwe hiştin û têkoşîneke ku pêşengiya mîsyona jinan a ku Rêber Apo daye pêşiya jinan da. Piştre bi salên dirêj li Qendîl û Behdînanê fermandariya gerîlayan kir û li her qadê nûnertiya nasnameya jina azad bi serfirazî bi cih anî.

Hevrêya me Berfîn bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ronî bû û ji bo wezifeya xwe ya şervaniyê bi cih bîne hem li qada civakî hem jî di qada leşkerî de kedeke mezin da. Hevrêya me ji bo ku fikrên Rêber Apo bigihêje hemû gelê me, bi taybet li Başûrê Kurdistanê û li gelek qadên din ên Kurdistanê weke hewarî û qasidê jiyana azad têkoşiya û bi nêzîkbûna xwe ya gelhez, xwezayî, durist û jidil karî di dilê gelek kesan de cih bigire. Bi taybet ji bo zanîn û xwebirêxistinkirina li ser esasê felsefeya rizgariyê kedeke bêhempa da. Hevrêya me Berfîn bi dilsoziyeke mezin tevlî hemû xebatan dibû û her tim xwe û têkoşîna xwe li gor pêwîstiyên pêvajoya dîrokî ya ku em tê de ne pêş dixist.

Hevrêya me Berfîn têkoşîna xwe ya rizgariyê ya ku li ser dezgahên êşkenceyê yên dijmin destpê kirî, li serê çiyayên Kurdistanê domand û bû evîndarê van bilindahiyan. Wekî kulîlka Berfînê ku navê xwe jê girtiye, li dijî hemû zehmetiyan derket û bi ronahiya Roja me xwe mezin kir û gihîşt heqîqetê. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrê Berfîn a ku şehadeta wê manîfestoya jiyana bi rûmet a li Kurdistanê ye, bigihînin serkeftinê. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Berfîn ku bi şehadeta xwe bû manîfestoya jiyana birûmet, bigihînin sekeftinê.

TÊKOŞÎN DILGEŞ

Hevrêya me Têkoşîn wek zaroka malbateke Mêrdînî li Amedê ji dayik bû. Ew ji zarokatiya xwe ve dilsozê çand û kevneşopiya malbata xwe bû. Û ji ber ku berî tevlî refên partiya me PKK’ê bibe jî xwedî li doza Kurdayetiyê derketibû hêj ji zarokatiyê ve her tim girêdayî rastiya xwe bû.  Bi pêşengiya Partiya me PKK'ê, pêşketina têkoşîna rizgariya Kurdistanê ya li Bakurê Kurdistanê, bandoreke mezin li ser malbata hevrêya me Têkoşîn jî kir. Bi taybet beşdariya birayê wê yê mezin heval Têkoşer – Abîdîn Ûlaş ya di sala 1992’an de bo refên têkoşînê, bû wesîle ku hevrêya me Têkoşîn jî tevî malbata xwe bi awayekî çalak beşdarî têkoşînê bibe. Dema ku li Kurdistanê zext û komkujiyên dijmin zêde bûn, Hevrêya me Têkoşîn jî neçar ma ku ji Kurdistanê veqete û bi malbata xwe re koçî metropolên Tirkiyeyê bike.

Lê hiş û bîra wê her tim li ser têkoşîna welatê me bû. Loma li Stenbolê jî têkoşîna xwe domand û wezîfeya xwe ya ji bo gelê xwe bi cih anî. Şehadeta birayê wê Têkoşer-Abîdîn Ûlaş ku 1994'an li Amedê pêk hat, bû wesîle ku hevrêya me Têkoşîn di jiyana xwe de rûpeleke nû veke. Loma bi hişmendiya layiqbûna vê şehadetê û berdewamkirin û mezinkirina têkoşîna hevrêyên me yên şehîd, bi awayekî çalak di nav xebatên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê - YCK de cih girt. Li gelek herêmên Stenbolê xebat meşand û ji bo bayê azadiya Kurdistanê bigihîne meropolan kedeke mezin da. Hevrêya me her ciwanê Kurd ê li metropolan pê re ket nava têkiliyê, hewldaneke bêhempa da ku wan vegerîne cewhera wan û tevlî refên têkoşînê bike. Bi qasî 4 salan serkeftinên girîng bi dest xist. Di sala 1998’an de hevrêya me Serhildan - Sema Yuce li dijî Komploya Navneteweyî ya ku li dijî Rêbertiya me hat pêşxistin, li zindana Çanakkaleyê agir bedena xwe û gihişt şehadetê, ev jî xeta têkoşînê ya hevrê Têkoşîn diyar kir. Piştî vê dîrokê hevrêya me bi gavên bi hêztir û bi ewletir dest bi meşa azadiyê kir û bi taybetî li hember Rêber Apo hestiyar bû. Hevrêya me Têkoşîn ku feraset û hîskirina Rêbertiya me ji xwe re esas girtibû, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ku roja destpêkirina Komploya Navneteweyî ye berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Têkoşîn yekemîn perwerdeya xwe di nava refên gerîla de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, ji bo komploya li ser Rêbertiya me yaderxe zanyariyê, kêmasiyên rê li ber komployê vekir ji holê rake kete nava lêhûrbûneke bênavber.Ji bo vê jî xwest bi felsefeya Rêber Apo xwe veguherîne kesayetek milîtan. Weke hemû gerîlayên azadiyê, hevrêya me Têkoşîn jî xwest hesabê sûcên ku li hemberî gelê me kiriye û komploya ku pêşxistiye ji dijmin bipirse. Bê dudilî beşdar bû, dizanibû ku ev yek tenê bi pêşketina leşkerî, bîrdozî û rêxistinî dikare pêk were. Dixwest di zûtirîn demê de biçe Bakurê Kurdistanê û bi taybetî di  hunera gerîlatiyê de  xwe kûr kir xwest demildest biçe Bakurê Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelê me berfireh bike.

Berevajî hemû pêşdîtinên dewleta Tirk û hêzên komploger, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya ku bi biryar bû bi berfirehkirina têkoşînê re dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan bide, bi hêrs, îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Yek ji van gerîlayan jî hevrêya me Têkoşîn bû û di sala 2003’yan de derbasî herêma Dersîmê bû, li wir têkoşîna xwe domand. Hevrêya me bi destpêkirina Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an re firsend dît ku hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyan, bi her derbeya ku li dijmin dixist bû bersiva tolhildana bi dehan salan a gelê me. Hevrêya me Têkoşîn heta sala 2009’an li Dersîmê şer kir, li vir ezmûneke girîng a leşkerî bi dest xist. Mîsyona xwe ya pêşeng a gerîla û fermandariya YJA Starê bi awayekî herî baş bi cih anî bû milîtaneke jin a Apoyî ya mînak.

Hevrêya me piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, bi tevlîbûna perwerdeyên bîrdozî li wir hewl da xwe bi taybet di îdeolojiya azadiya jinê de tekûz bike. Hevrêya me Têkoşîn ku di ferqa wê de bû ku tenê bi vî rengî dikare gelê me bi rê ve bibe, di perwerdeyên ku beşdar bû de hewldaneke mezin a têgihîştinê nîşan da û bû şervana heqîqetê. Hevrêya me pir dixwest Rêber Apo bibîne û beriya ku tev li gerîla bibe, bi Rêber Apo re diyalogê pêş bixe, bi parêznameyên Rêber Apo ku dixwend xwest vê bike. Ji ber vê sedemê hevrêya me Têkoşîn di her kêliyê de xwe bi Rêber Apo hîs dikir, fikir û xeyalên xwe yên ji bo pêşerojê bi Rêber Apo re parve kir û ev xeyala xwe hinekî pêk anî. Hevrêya me perwerdeya xwe bi serketî qedand, li gelek herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê şer kir, ked da û nirx afirand.

Hevrêya me Têkoşîn di sala 2011’an de di çalakiya li dijî dijmin de bi giranî birîndar bû, bi îradeya xwe ya bi hêz xwe rizgar kir û ji cihê ku lê mabû şerê xwe domand. Piştre jî bi xebatên xwe yên di gelek qadan de, ji tenduristiyê bigire heta perwerdehiya hevrêyên xwe hewl da erkên xwe yên şoreşgerî bi temamî bi cih bîne. Her wiha di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de di nava rêxistinbûna gelê me de cih girt û ji bo gelê me xwe bi xwe bi rê ve bibe ked û hewldanek mezin da. Hevrêya me bi kesayeta xwe ya jidil û fedakar li her qada ku têdikoşiya derket pêş, di dilê gelê me û hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrê Têkoşîn vê carê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me, bi gelê me re di çeperên berxwedanê de cih girt. Bi taybetî jî ji qîrîna jinên ku hatin revandin û li bazarê hatin firotin re bû bersiv. Di şikandina  çeteyên ku bi destê jinên azad ên Kurdistanê pêk hat de kedeke girîng da û rola xwe lîst.

Hevrêya me Têkoşîn bi kesayeta xwe ya pirreng û bi fedakariya xwe ya têkoşînê tê naskirin, di nava yekîneyên YJA Starê de li cihê ku pêwîstî pê heye li wir cih girt û erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî herî baş bi cih anî, di nava xebatên tenduristî, perwerdehî û civakî de cih girt. Bi hezkirin, coş, moral û daxwaza serketinê ya mezin nêzî her karî çi mezin be çi biçûk be, serkeftinê ji xwe re kiribû armanc. Hevrêya me Têkoşîn xwe li ser afirandina kesayeta serketinê di nava xwe de esas girt, ji bo ku kûrahiya ku jiyabû bixe pratîkê, ji bilî serkeftinê ti vebijarkek din qebûl nekir. Hevrêya me Têkoşîn ji roja ku ketiye nava têkoşînê heta ku gihîşt şehadetê her tim dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêber Apo re parast, li pey xwe mîraseke dewlemend a têkoşînê hişt. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrê Têkoşîn ji me re hiştiye heta serkeftinê bimeşînin, em ê di têkoşîna xwe de evîna jiyana azad her tim zindî bihêlin, xeyalên wê pêk bînin û bîranînên wê bidin jiyîn."