BI DÎMEN

MAK’ê li dagirkeran xist

MAK’ê ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê çalakiyên xwe yên li dijî dagirker û faşîstan domand û got: “Em bi ruhê berxwedana dayikên me, banga têkoşînê dikin.”

ÇALAKIYÊN MAK’Ê

Milîsên azadiya Kurdistanê (MAK) li Amedê bi bombeyên dest li dagirkeran xist û polîsek birîndar bû. Li Geverê kamerayên dagirkeran hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya têkildarî çalakiyê hatî dayîn de, wiha hate gotin: 

“Milîsên me 13’ê Cotmehê di derdora saet 23.00’an de li dijî nuqteya ewlehiyê ya avahiya çevîk kuvvet ek hîzmetê ya girêdayî midûriyeta emniyetê ya Rezan a Amedê çalakî lidar xist. Van dagirkeran bi hovane êrîşî gelê me yê ku ji bo azadiya Rêber Apo daketî kolanan, kirin. Ji bo hesabpirsîna ji van dagirkeran, milîsên me çalakî kirin. Bi bombeyên dest li kûlûbeya ewlehiyê hate xistin, teqînên tund çêbûn û zirareke mezin gihiştê. Di encama çalakiyê de polîsekî Tirk ê dagirker bi giranî birîndar bû. Tevî ku dagirkeran piştî çalakiyê li dijî milîsên me êrîş û operasyon da destpêkirin jî, milîsên me bi rengekî biewle vegerîn qadên xwe. Dîmenên çalakiyê ji ber pirsgirêkên ewlehî û teknîkê zirar dît, lewma nayê weşandin.

Milîsên me 15’ê Cotmehê di derdora saet 21.00’an de li Taxa Orman a girêdayî Geverê li dijî kamerayên ewlehiyê yên dagirkeran çalakî kirin. Li avahiyeke li qadê, ji bo şopandina çûyîn û hatinên li herêmê û ji bo timî gelê me yê welatparêz di bin zextê de bê hiştin, kamera hatibûn bicihkirin. Milîsên me ev kamera û teknîk tespît kirin û kirin hedef. Di encama çalakiyê de ev kamerayên ayîdê polîsên dagirker, ji aliyê milîsên me ve hatin îmhakirin…

Bila hêzên Tirk ên dagirker bizanibin ku, em ê li dijî van êrîşên nemerdane yên li hemberî dayikên me û gelê me, hemû dagirkeran û saziyên wan hedef bigirin.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi ruhê berxwedanê yê Dayikên me yên Aştiyê têbikoşin û faşîzmê di xwîna ku wî rijandî de, bifetisînin. Roj roja bi ruhê seferberiyê xwedî derketina li Rêber Apo û gerîlayên azadiyê ye, roja biserxistina têkoşînê ye.”