BI DÎMEN

‘Ji bo ku em dawî li xwesepandinê bînin, divê em beşdarî hilbijartinan bibin’

Çavdêrê siyasî Yadgar Elî derbarê hilbijartinên Başûr ev tişt got: “Divê deng ji wî aliyî re bê dayîn ku Herêma Kurdistanê ji van qeyran û tengasiyan rizgar bike û xwesepandina PDK’ê rake.”

Di 20’ê vê mehê de hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê dê bên kirin û gelek lîste û hevpeyman ji bo bidestxistina 100 kursiyî pêşbaziyê dikin. Pispor dibêjin ku hin ji wan lîste û partiyan ku beşdarî hilbijartinan dibin di xeta xiyanetê de ne û divê deng ji berbijêrên welatparêz re bê dayîn. Têkildarî vê mijarê, çavdêrê siyasî Yadgar Elî ji ANF’ê re axivî.

Yadgar Elî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku niha Herêma Kurdistanê di gelek qeyran û rewşên zehmet re derbas dibe û wiha domand: “Hemû ew qeyranên ku niha li Herêma Kurdistanê hene encama wê rêveberiyê ne ku li Herêma Kurdistanê heye.

Eger em ji aliyê aborî û darayî ve lê binêrin, em dibînin ku em bûne dûvika Iraqê, divê em li bendê bin ku Hikûmeta Iraqê mûçe, neft û derman ji me re bişîne. Ji aliyê darayî ve rewşa karmendan xerab e û derfeta kar ji bo ciwanan nayê peydakirin.

Ji aliyê siyasî ve, em dibînin ku zexteke mezin li ser Herêma Kurdistanê heye, welatekî wek Tirkiyeyê destê xwe gelek di kar û barên siyasî yên Herêma Kurdistanê werdide. Tirkiye dagirkeriyê dike û operasyonan pêk tîne. Ez dikarim bibêjim ku Herêma Kurdistanê di rewşeke aloz de ye, piraniya saziyên wê qels bûne. Ji ber ku hilbijartin di dema xwe de nehatine kirin. Aliyekî wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) astengiyê ji bo hilbijartinan çêdike.

Tevî ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) beşek ji desthilatdariyê ye, lê YNK bawer dike ku ew ne hevpareke rastîn e, PDK’ê desthilata xwe li ser hemû sazî û parlamentoyê sepandiye. Ji ber vê yekê, ez sedemên van qeyran û aloziyên ku li Herêma Kurdistanê hene, vedigerînim ser wê siyaseta ku desthilata PDK’ê dimeşîne.

PDK’ê nekariye bi hevpara xwe ya YNK’ê re rast û durust be. Ji ber vê yekê, YNK dibêje em ê dawî li xwesepandinê bînin. Xwesepandin çi ye? Kengî bixwaze parlamentoyê vedike û kengî bixwaze digire; kengî bixwaze bi Bexdayê re aştiyê çêdike û kengî nexwaze aştî namîne. Ji ber vê yekê nabe ku partiyeke siyasî bi çarenûsa gelekî bilîze.”

‘DIVÊ EM BEŞDARÎ HILBIJARTINAN BIBIN’

Yadgar Elî her wiha got: “Piştî biryara bicihkirina mûçeyên karmendan ku di berjewendiya karmendên Herêma Kurdistanê de ye, PDK heta niha ne amade ye vê pêvajoyê bi cih bîne. Li hemberî vê yekê, PDK’ê ‘Hejmarî Min’ [Hesabê Min] çêkiriye ku bi temamî berevajî biryara Dadgeha Federal e.

Ji aliyê siyasî ve jî em dikarin bibêjin ku PDK çawa dixwaze wisa biryar dide û nakokiyan çêdike, li hemberî dengê azad radiweste. Bi rastî li ser pirsên neteweyî nafikire. Bi gotineke din PDK bawer dike ku Herêma Kurdistanê ya wê ye.

Di rastiyê de divê biryar vegerin parlamentoyê, parlamento jî divê rewabûnê wê hebe û nûnertiya gelê Herêma Kurdistanê bike. Mixabin di dema borî de ev yek nehat kirin. Ji bo ku em dawî li xwesepandinê bînin, divê em beşdarî hilbijartinan bibin.”

‘EV HILBIJARTIN JI BO DESTWERDAN Û SEXTEKARIYÊ DERFETÊ NADE’

Yadgar Elî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku niha ji bo ku ew vê hevkêşeya xwar û şaş biguherînin, divê ew deng bidin û got: “Derfeteke gelek girîng li pêşiya me ye û Dadgeha Federal a Iraqê jî biryar daye ku sîstema hilbijartinê bi awayê pir-bazineyî bimeşe ku ev biryar jî gelek girîng e. Ji vê jî girîngtir, ji nû ve rêkxistina kursiyên kotayan e ku di demên borî de li ber her gavekê  pirsgirêk bûn.

Her wiha li gorî biryara Dadgeha Federal, Komîsyona Hilbijartinên Iraqê dê çavdêriya hilbijartinan bike. Girîngiya vê yekê ew e ku derfeta destwerdan û sextekariyê kêm kiriye. Yanî niha zemîneke gelek baş li ber destê me heye.

Lewma girîng e ku gel beşdarî hilbijartinan bibe, bi awayekî hişmendane deng bide wî aliyî ku dikare dawî li xwesepandinê bîne. Û di dema dengdanê de nirxandinê bike da ku bizane kîjan alî dikare dawî li qeyran û tengasiyên Herêma Kurdistanê bîne.”

‘BEŞEKE MEZIN A DIHOKÊ BI LEŞKER Û BAREGEHÊN TIRK HATIYE DORPÊÇKIRIN’

Dr. Yadgar Elî her wiha amaje pê kir ku hêzeke wek PDK’ê êdî wek berê dengan bi dest naxe û wiha domand: “Em axaftinên serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî dibînin ku bi zelalî ji PDK’ê re dibêje ‘xakfiroş’. Mixabin beşeke mezin a parêzgeha Duhokê bi leşker û baregehên Tirk hatiye dorpêçkirin.

Her roj ew di nav axa Herêma Kurdistanê de welatiyên me şehîd dikin, rojnameger û çalakvanan şehîd dikin, ewlehî û asayişa me dixin metirsiyê. Ev yek tê wê wateyê ku desthilateke me nîn e ku vê statûyê biparêze, desthilateke me ya niştimanî tune ye ku canê welatiyên xwe girîng bibîne.

Eger desthilata Herêma Kurdistanê canê welatiyên xwe girîng dibîne, çima li hember Tirkiyeyê gavekê neavêje? Di asta Iraqê de çi kiriye? Di asta Neteweyên Yekbûyî de çi kiriye? Li hemberî van hemû binpêkirin û bêhurmetiyên ku Tirkiye li hemberî Kurdistan û gelê Kurdistanê dike, çi hatiye kirin? Tu tişt nehatiye kirin. Her roj Herêma Kurdistanê tê bombebarankirin lê daxuyaniyeke wan tune ye û şermezar jî nakin. Bi gotineke din pirsgirêkeke mezin di rêveberiyê de heye û pêwîstiya wê bi çaksaziyê heye. Ew hêza ku desthilat di destê wê de ye PDK ye, divê bi hilbijartinan bê guhertin.”

‘HIN ALÎ DITIRSIN Û HEWL DIDIN KU HILBIJARTIN PÊK NEYÊN’

Yadgar Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku PDK ji hilbijartinan ditirse û got: “Eger PDK’ê bizaniya ku rewşa wê ji bo vê hilbijartinê baş e, dê sextekarî çênekira, dê ew nameyên dengî yên sexte çênekirina. Berê PDK’ê aliyên din tawanbar dikirin ku hilbijartinê paş dixin û hinek tiştên din. Berê dengên miriyan hebûn, dengên koçberan hebûn, lê niha ev tişt neman.

Tirseke mezin a PDK’ê heye, beşek ji tirsên wê ew çaksazî ne ku di sîstema hilbijartinê de hatine kirin. Beşeke din a tirsên wê yekbûna YNK’ê ye, ji ber ku niha YNK ne YNK’a berê ye, niha yekgirtî, yekdest û yekbiryar e, tenê yek kes biryarê dide, ew jî serokê partiyê ye.

Hin alî ditirsin, hewl didin ku hilbijartin pêk neyê, dixwazin ku rewşa Iraqê têk biçe, tevlihevî çêbe da ku li Herêma Kurdistanê hilbijartin di dema xwe de neyê kirin. Em hêvîdar in ku gel beşdarî hilbijartinan bibe, bi hişmendî beşdar bibe û dawî li vê rêveberiyê bîne. Ji ber ku ev cure rêveberî êdî ne li gorî vê serdemê ye.”