Serdana Îranê ya li herêmê didome: Urdun, Misir û Tirkiye jî di rêzê de ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî têkildarî şerê Îsraîlê yê li Xezeyê serdana xwe ya li herêmê didomîne. Hat eşkerekirin ku wezîrê Îranê dê serdana Urdun, Misir û Tirkiyeyê jî bike.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Wezîr Ebbas Eraqçî dê serdana Urdun, Misir û Tirkiyeyê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve li ser X’ê daxuyanî da û diyar kir ku Eraqçî ji bo “bidawî anîna qirkirin, zilim û êrîşkariyê weke nêzîkatiyeke dîplomatîk a bi welatên herêmê re” wê serdana Urdun, Misir û Tirkiyeyê bike.

Ereqçî di rojên dawî de serdana Iraq, Lubnan, Umman, Sûriye û Siûdî Erebistanê kiriye.

Wezîrê Karên Derve di destpêka vê hefteyê de serdana Maskatê kiribû û daxuyaniyek dabû televîzyona dewleta Îranê. Wezîr ragihand ku ji ber rewşa li herêmê, peywendiyên di navbera DYE û Îranê yên bi rêya Ummanê dihatin kirin de, sekinîne.

Şefê dîplomasiyê yê Îranê Ebbas Eraqçî roja Sêşemê bi Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonîo Guterres re hevdîtin kir û hişyarî kir ku di rewşeke ku nakokiya li herêmê zêde de, Îran wê li dijî her êrîşa Îsraîlê “bi biryardarî bersiv bide”.

Têkildarî hevdîtinê roja Çarşemê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Îran ji bo li herêmê aştî û ewlehiyê biparêze, ketiye nava hewldanên girîng. Lê belê li dijî her cure macerayeke Îsraîlê, bi temamî amade ye ku bi biryardarî bersiv bide û wî poşman bike.”

Tê payîn ku Eraqçî îro destpêkê serdana Urdunê, piştre serdana Misir û Tirkiyeyê bike.