BI DÎMEN

Yilmaz: Li ber dagirkeriyê rabin, nabe ku mirov lê temaşe bike

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da û banga tevlîbûna meşa 13’ê Tîrmehê ya li Berlînê kir. Yilmaz got: “Divê her kes li dijî vî şerî ruhê seferberiyê ava bike. Ne dema temaşekirinê ye.”

BANGA TEVLÎBÛNA MEŞÊ

Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav-Berlîn) Huseyîn Yilmaz bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û banga tevlîbûna meşa 13’ê Tîrmehê kir ku wê li Qada Oranienplatz a Berlînê bê lidarxistin.

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku di konsepta êrîşê ya li ser erdnîgariya Kurdistanê de, destkeftiyên gelê Kurd tên hedefgirtin û got: “Kurd divê van êrîşan bibînin û ev yek wê tenê bandorê li Kurdan neke. Ev êrîşeke li dijî şert û mercên gelên Rojhilata Navîn e. Ji gotina ji 7’ê heta 70’ê hîn wêdetir, divê ji 7’ê heta 80’ê her kes li dijî vî şerî ruhê seferberiyê ava bike. Zarok, ciwan, jin, mêr, her kes divê li dijî van êrîşan li ber xwe bide. Êdî ne dema temaşekirinê ye.”

Yilmaz ev tişt jî diyar kirin:

“Ev êrîş ne tenê li dijî şervanên azadiyê ne, li dijî hemû Kurdistanê konsepta êrîşê tê meşandin. Lewma li dijî van êrîşan, her kesê alîgirê aştiyê ye, demokrasiyê diparêze, di çarçoveya nirxên gerdûnî de divê bi Kurdan re ji vê yekê re bêje ‘raweste’.”

‘PDK WEKE PARTIYA KURD BINAVKIRIN, DEREXLAQÎ YE’

Yilmaz ragihand ku PDK ji berê heta niha di navenda şerê li dijî Kurdan hatî meşandin de, cih girtiye û got: “Divê mirov PDK’ê weke partiyeke normal, jirêzê û siyasî nebîne. Bi navê Kurdîtiyê hatibe avakirin jî, cil û bergên Kurdî jî li xwe bike, di encamê de bi dewleta Tirk re ye. Pêşengiyê jî dike. Mirov çêkereke wiha weke partiya Kurd bi nav bike, tiştekî derexlaqî ye. Lewma divê gelê Kurd bibîne ku hevkar kî ne û xiyaneta hundir bi destê kê tê pêkanîn. Divê gelê Kurd helwest raber bike. Di vê pêvajoyê de divê her kesê xwedî wijdan li dijî dagirkerî û îlhaqê helwesteke zelal diyar bike.”

Huseyîn Yilmaz destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi destûra PDK’ê anîne xaka Başûr û ev tişt got: “Bi van re cerdevan jî hene. Yê ku bi nûnerên DAÎŞ’ê re ketî nav hevkariyê, pê re tevgeriya û Şengal terikand, zihniyeta PDK’ê ye. Dîsa yê ku xelkê Kerkûkê bi DAÎŞ’ê re rû bi rû hiştî, heman zihniyet e. Îro jî tişta ku tê xwestin, ev e. Yanî car din tê xwestin ku bi destê DAÎŞ’ê li dijî Kurdan polîtîkayeke komkujiyê bê meşandin.”

‘POLÎTÎKAYA DURÛ YA EWROPAYÊ DEWAM DIKE’

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayê jî rexne kir û ev bang kir: “Ji berê ve polîtîkaya durû ya dewletên Ewropayê dewam dike. Bêyî agahiya Ewropayê ev êrîş û komkujî pêk nayên. Di salên ‘90’î de DYE bi xebata şikil dayîna Rojhilata Navîn û polîtîkayên dema nû, pêdivî pê dibîne ku korîdoreke nû ya enerjiyê biafirîne. Korîdora enerjiyê ya ku tê xwestin bê avakirin, rewşeke welê ye ku Ewropa jî wê sûd jê bigire. Lewma bêdeng dimîne û hetta em dikarin bêjin ku tevkariyê jî li van êrîşan dike.

‘DIVÊ BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BERXWEDAN WERE RABERKIRIN’

Elmanya yek ji navendên vî şerî ye. Di komkujiya li ser gelê Fîlîstînê de, derdora 40 hezar mirov mirin. Çareseriya pirsgirêka li Kurdistanê, di heman demê de wê çareseriya pirsgirêka Fîlîstînê jî bi xwe re bîne. Di vê xalê de divê mirov bang bike. Ji bo şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe û îlhaq pêk neyê, di serî de gelê Kurd divê dostên Kurdan bi ruhê seferberiyê li dijî şer bisekinin. Em ê 13’ê mehê li Qada Oraienplatz’ê li dijî şer û îlhaqê bimeşin. Em daxwaz dikin ku hemû gelê me tevlî vê meşê bibe. Di heman demê de divê em çalakiyên xwe bidomînin û her kesê tevlî bikin.”