Yekîtiya Ewropa wê roja Sêşemê nexşeya xwe pêşkêşî Erdogan bike

Rêveberên saziyên Yekîtiya Ewropayê, ji bo têkiliyên aborî yên bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bi qedeme dest pê bikin, şert û mercên Yekîtiya Ewropayê wê pêşkêş bikin û piştgiriya ji bo penaberên li Tirkiyeyê nîqaş bikin.

Serokê Konseya Ewropayê yê Belçîkî Charles Mîchel û Seroka Komîsyona Ewropayê ya Elman Ûrsûla von der Leyen wê serdana Enqereyê bikin.

Nûnerê welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku di destê rêveberên Ewropî de yên biçin Enqereyê 'nexşerêyek' heye. Nûnerê ku navê xwe diyar nekir, anî ziman ku ev nexşeya rê biryara di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de a 26'ê Adarê hatiye wergirtin. Nûner got, "Rewatiyeke bi vî rengî ya siyasî heye."

SERDANA KU WÊ BI BALDARÎ BÊ ŞOPANDIN

Heman rayedarî diayr kir ku hevdîtinên roja Sêşemê yên li Enqereyê wê bibe "kêliyeke gelekî siyasî" lê belê "danûstandin wê nebe."

Dîplomatê Ewropî diyar kir ku ev hevdîtin wê gelekî ji nêz ve bê şopandin û got, "Charles Michel û Ûrsûla von der Leyen di mijarên mafên mirovan û serweriya hiqûqê de wê bên şopandin. Weke ku Josep Borrell li Moskowayê kir, ew jî neçar in vê bêjin. Nikarin ji nedîtî ve bên. Wê zehmet be."

Rêveberên Yekîtiya Ewropayê di civîna bilind a meha Adarê de peyam dabûn ku 'Ji Tirkiyeyê sînyalên pozîtîf tên', lê diyar nekiribûn ku ev sînyal çi ne û bi vî rengî jî diyar kiribûn ku hevgirtina 'bi qedeme û bi şert' dikare pêk were.

Charles Mîchel di dawiya civîna bilind de got, "Ji bo başkirina têkiliyên xwe çarçoveyeke me heye, lê belê divê Tirkiye nêzîkatiyên xwe nerm bike."