BI DÎMEN

Xêzeromana ‘Azadî wê bi ser bikeve’ li Berlînê hate nasandin

Di rojbûna 75’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Berlînê xêzeromana ‘Azadî wê bi ser bikeve’ hate nasandin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê êdî Rêberê Gelê Kurd azad bibe.

XÊZEROMANA 'AZADÎ WÊ BI SER BIIKEVE'

Pirtûka ‘Freedom shall prevaîl (Azadî wê bi ser bikeve) ku ji aliyê Sean Mîchael Wîlson ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Keko ve hatiye xêzkirin, li Berlînê hate nasandin. Di xêzeromanê de qala zarokatî û ciwantiya Abdullah Ocalan, rojên Îmraliyê û konfederalîzma demokratîk, fikrên Rêberê Gelê Kurd ên têkildarî azadiya jinê tê kirin. Xêzeroman di rojbûna 75’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate nasandin. Nivîskar Sean Mîchael Wîlson, ji Nûneriya Ewropa Sinn Martîna Anderson, ji nûneriya çapxaneya Unrast Jorn Essîg-Gûtschmîdt, ji weşanên PM Press/Kaîros Andrej Grûbacic, ji Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Reîmar Heîder, siyasetmedarên Kurd Hatîp Dîcle, Dîlek Ocalan û ji weşanên Meyman Hasan Kanîreş weke axaftvan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi xwepêşandana foklorê destpê kir. Estella Schmîdt ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî merasîmê bibe, peyamek şand. Moderator wiha got: “Abdullah Ocalan jiyana xwe fedayê vê şoreşê kir. PKK ava kir. Nêrînên Abdullah Ocalan ên têkildarî demokrasiyê, li ser jiyaneke hîn baştir e. Ev merasîm pir girîng e.”

Piştre ji Înîsiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Navneteweyî Dr. Reîmar Heîder di axaftina xwe ya bi Îngilizî de, qala zehmetiyên ku di dema amadekirina pirtûkê de çêbûne, kir. Heîder qala girîngiya 4’ê Nîsanê jî kir û got: “Jin Jiyan Azadî fikrê wî bû. Fikrê wî ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê bû.”

‘PÊNGAVA AZADIYÊ DIVÊ BIGIHIJE SERKETINÊ’

Dr. Reîmar Heîder bal kişand ser nasnameya Estella Schmîdt ku di pêvajoya amadekariya pirtûkê de cih girt û ev tişt diyar kir:

“Hîna ne pirtûk hatibû nivîsîn, ne jî xêzkirin. Lê fikreke me ya ji bo pirtûkê hebû. Estella di ‘85’an de Huseyîn Çelebî dabû nasandin. Di nava şandeya navneteweyî ya destpêkê ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan çûyî Lubnanê de, cih girt. Ji bo azadiya Ocalan û Kurdan têdikoşe. Weke diyariya rojbûnê ev berhemê ku di destê me de, heye. Pêngava ji Abdullah Ocalan re Azadî ku di Newrozê de derbasî qonaxa duyemîn bû, divê bigihije serketinê û êdî tecrîd bi dawî bibe.”

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Di 31’ê Adarê de serketina mezin hate bidestxistin. Em her kesê ku ked dane, pîroz dikin.”

Hatîp Dîcle diyar kir ku dewleta Tirk ji bo bêstatu hiştin û mêtingehkirina Kurdistanê polîtîkayan dimeşîne û destnîşan kir ku dagirkeran nekarîn serhildana Abdullah Ocalan biçewisînin.

‘ABDULLAH OCALAN JI BO HEMÛ CIVAKAN ÇAVKANIYA HÊVIYÊ YE’

Aktîvîsta polîtîk Estella Schmîdt ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, nekarî beşdarî merasîmê bibe. Schmîdt di peyama xwe de ev tişt got: “Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû civakan çavkaniya hêviyê ye.”

Nivîskarê xêzeromana ‘Azadî wê bi ser bikeve’ Sean Mîchael Wîlson hin beş ji pirtûkê xwend.

Ji çapxaneya Unrast Jorg Essîg-Gûtschmîdt ku edîsyona Elmanî ya xêzeromana ‘Azadî wê bi ser bikeve’ çap kir, ev tişt got: “Azadiya Ocalan ji bo me girîng e. Bi vê wesîleyê ez rojbûna wî ya 75’an pîroz dikim. Divê demildest Ocalan azad bibe.”

Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan jî wiha got: “Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe destpê dike û qala rewşa jinê ya di nava civakê de dike. Mamostaya wî ya destpêkê Dayika Uveyş e. Her tiştê ji dayika xwe fêr dibe. Çîroka Dayika Uveyş berxwedana jinê ya hezar salî li bîra me tîne.”

‘ABDULLAH OCALAN MUDAXILEYEKE RAST LI DÎROKÊ KIR’

Zanyar Andrej Grûbacic ku edîsyona pirtûkê ya Îngilîzî  çap kir, ev tişt bilêv kir. “Ji wî re dibêjin terorîst, lê ez bi heyranî dibêjim ku tiştên wî nivîsandî dîrokê nîşanî me dide. Ocalan mudaxileyeke rast li dîrokê dike. Ocalan ji bo civakên demokratîk girîng e, ji bo modernîteya demokratîk girîng e.”

Ji Çapxaneya Meyman Hasan Kanîreş ev tişt got: “Serok Apo digot, parêznameyên min li kuderê bin ez li wir im. Serok Apo qala du civakan dikir; civaka bi dewlet û bêyî dewlet. Paradîgmaya wî paradîgmaya azadîxwaziya civak, jin û ekolojiyê ye.”

Martîna Anderson ku ji Îrlandayê tevlî merasîma ‘Azadî wê bi ser bikeve’ bû, ev tişt anî ziman: “Jiyana wî ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Fikrên Ocalan ên têkildarî konfederalîzma demokratîk û azadiya jinê, li Rojava zindî bû.”

Piştî stranên hunermend Rotînda, merasîma nasandinê bi gerandina govendê bi dawî bû.