Xespkirina şaredariyên HDP’ê li Lavrîoyê hate protestokirin

Xespkirina îradeya gel a li Mêrdin, Wan û Amedê ya ji aliyê rejîma AKP’ê ve li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê hate protestokirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demkratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û alayên PKK, KCK, HPG, YJA-Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Faşîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana HDP’ê” hate berzkirin.

Di meşê de bê navber belavokên ku qala dagirkirina şaredariyên HDP’ê yên ji aliyê AKP’ê dike hate belavkirin.

Meşa Kurdistaniyan li pêşiya kampa Lavrioyê veguherî mîtîngê. Piştre deqîqeyek rêz hate girtin û belavokên bi zimanê Yewnan û Îngîlîzê hatin xwendin.

Piştre li ser navê Navenda Çanda Kurdistan Erkan Amed axivî û wiha got; “Dewleta TC’ê ku destkeftiyên gelê Kurd tehamûl nake carek din bi derbeyê dixwaze encamê bigre. Kurd wê bêdeng nebin. Em ê heta azadiyê dengê xwe li çar parçeyên cîhanê bilind bikin û serbikevin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bidawî bû.