Xerîb, şehîdên HPG'ê û MLKP'ê li Atînayê hatin bibîranîn
Endamê Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ku di êrîşa hewayî ya rejîma Tirk de şehîd bûyî, şehîdên 21'ê Newrozê, şehîdên MLKP'ê li Atînayê, paytexta Yewnanîstanê hatin bibîranîn.
Endamê Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ku di êrîşa hewayî ya rejîma Tirk de şehîd bûyî, şehîdên 21'ê Newrozê, şehîdên MLKP'ê li Atînayê, paytexta Yewnanîstanê hatin bibîranîn.
Bîranîna li Atînayê ji hêla Platforma Yekîtiya Çalakiyê ya Yewnanîstanê ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ve hate kirin.
Di bîranînê de Xerîb ku 5'ê Tîrmehê li Qendîlê şeh^d bûyî, 5 gerîlayên ku 21'ê Adarê bi êrîşên hewayî şehîd bûbûn û gerîlayên HPG'ê û MLKP'ê ku 10'ê Tîrmehê li Dersimê şehîd bûbûn hatin bibîranîn.
21'ê Adarê, Newrozê di êrîşa hewayî ya bi ser Qendîlê de, yek ji fermandarê pêşî yê têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), qedroyê karê derve yê KCK'ê Serhat Varto û Navdar Sînegir, Serhat Şafak û şervnê ciwan Şiyar Faraşîn şehîd bûbûn.
Di êrîşa 10'ê Tîrmehê de fermandarê Yekîtiya Gerîlayên Bejahiyê yê MLKP/FESK'ê yê Dersimê Taylan Kutlar (Adîl Yildirim), gerîla Hidir Çallî (Ozkan Aslan) û 3 gerîlayên HPG'ê şehîd bûbûn.
Li hêwana ku bîranîna hate kirin, a Nevenda Çanda Kurdistanê wêneyên şervanên şehîd û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.