BI DÎMEN

Li Parîsê ciwan mîna lehiyê herikîn kolanan

Kurdistanî û dostên wan ên Fransî bi pêşengiya TCŞ'ê daketin qadan, diyar kirin ku heta êrîş bi dawî bibin ew ê ji bo parastina Şoreşa Rojava seferber bibin.

Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi hezaran ciwan û Kurdistanî herikîn qadên li paytexta Fransa Parîsê. Meş li Qada Stalîngradê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê TCŞ û CDK-F’ê axaftin hatin kirin.

Nûnerên Partiya Fransa, endamên sendîkayan û ekolojîst jî beşdarî çalakiyê bûn û piştgirî dan meşa ku li Meydana Republique destpê kir.

Çalakî piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di êrîşên li dijî Rojava de şehîd bûne destpê kir.

Li ser navê Les Ecologidtes Greenê Jerome Gleizes axivî û bal kişand ser pêwîstiya helwesteke topyekûn û got, “Êrîşên li dijî Rojava wê ti carî negihêjin armanca xwe. Li hemberî êrîşan çi pêwîst be em ê bikin.”

Li ser navê Tevgera Elû ya Pêşverû Francois Bechieau axivî û got, “Çawa ku di sala 2014’an de êrîşî Kobanê û Rojava hatin kirin û ev êrîş hatin pûçkirin, ji bo pûçkirina van êrîşan jî em ê di nava têkoşîneke topyekûn de bin. Em ê piştgiriya xwe bidomînin."

Sosyalîst Genevieve Jînda Garrigos da xuyakirin ku êrîşên li dijî Rojava êrîşên li dijî paradîgmaya Jin Jiyan Azadî ne û got, "Felsefeya Jin Jiyan Azadî ya bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadixwaziya Jinê ya Rêber Abdullah Ocalan belav bûye, îro li Rojava tê hedefgirtin. . Em ê li dora vê paradîgmayê kom bibin û rê nedin êrîşên li ser Rojava."

Nûnerê PYD'ê Kerîm Kimar diyar kir ku ew ê weke gelê Rojava li dijî êrîşan bisekinin û banga seferberiya ji bo Rojava kir.

Li ser navê Partiya Komunîst Vîncent Boulet axivî û diyar kir ku ev êrîş plankirî ne û got, “Ev êrîş bi temamî bi planên dewleta Tirk a dagirker hatine kirin. Em dizanin ku ev çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de di êrîşên xwe yên li ser Kobanê de bi dewleta Tirk a dagirker re hevkarî kirin. Em ê ji bo şikandina vê tevkariya bi gelê Kurd re bidomînin.”

Li ser navê NPA Anticapiltalist Olivier Besancenot axivî û got ku ew ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadên têkoşînê bibin yek. 

Piştî axaftinan meşê dest pê kir. Di meşê de tevî alên mezin ên YPG û YPJ’ê, posterên Rêber APO, alên PKK û TCŞ’ê hatin vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re Azadî” hatin berzkirin. 

Girse gihîşt Qada Stalîngradê, çalakî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirkir hatin şermezarkirin û banga parastina Rojava hat kirin.