Êrîşa li ser Nav-Berlînê hat şermezarkirin

Ciwanan serdegirtina polîsên Elman a li ser Nav-Berlînê û hewldana şewitandinê ya faşîstên Tirk şermezar kirin. Ciwanan diyar kirin ku nîjadperestên Tirk ji polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên dewleta Elman hêz girtine.

Tevgera Ciwanên Kurd Tevgera Ciwanên Şoreşger ve (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) ên li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê serdegirtina polîsên Elman a li ser Nav-Berlînê, hewldana şewitandinê ya faşîstên Tirk û polîtîkayên krîmînalîzekirina dewleta Elman a li dijî saziyên Kurdan û Kurdistaniyan şermezar kirin.

Ciwanan danê êvarê li qada Kobanê daxuyanî dan û têkildarî êrîşên li ser Nav-Berlînê wiha gotin: “Roja Şemiyê bêyî biryara lêgerînê, polîsan bi ser avahiya komeleya Kurd a Berlînê de girtin û îro jî hewldana şewitandina komeleyê ne tesaduf e. Em gelê Kurd û hemû hêzên piştevaniya me dikin, êrîş û faşîzma dewletê bi tundî şermezar dikin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Hoch die Internationale Solidarität” û “Turkei bombardiert – Deutschland finanziert” bi dawî bû.