Wûrtz: Divê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdê tê lidarxistin, di roja 31'ê de ye. Serokê berê yê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Francîs Wûrtz serdana çalakgeran kir û got, ew destekê dide daxwazên wan.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rengekî bêdawî û bêdorveger li dijî tecrîdê roja 17'ê Kanûna 2018'an dest pê kir, di roja 31'ê de ye.

Serokê berê yê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) Francîs Wûrtz doh serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.

'EZ DESTEKÊ DIDIM BERXWEDANA WE'

Wûrtz di dema serdanê de axivî û diyar kir, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bin. Wûrtz got, "Ez destekê didim greva we ya birçîbûnê ku we bi vê armancê dest pê kirine. Dixwazim bi rengekî vekirî piştgiriya xwe ji bo we eşkere bikim. Pêwîste tecrîd bi dawî bibe. Girîng e parêzer û malbat karibin tavilê biçin Îmrlaiyê. Çûyîna Mehmet Ocalan ji bo Îmraliyê serketineke çalakiya we ye. Lê ev têrê nake. Başiya tendurisitya Ocalan em kêfxweş kiriye. Tecrîda ku dîktatoriya Erdogan 3 sal in li Îmraliyê şidandiye divê bi dawî bibe."

Wûrtz diyar kir, li Tirkiyeyê demokrasî nîne, bi hezarna kes girtî ne û bal kişand ser amadekariyên şer ên li dijî Rojava. Wûrtz destnîşan kir ku divê ew li ber vê yekê rabin.

'HER KES BI TÊKILIYA ERDOGAN A BI DAÎŞ'Ê RE ZANE'

Wûrtz anî ziman, têkiliya Erdogan a bi cîhadîstan re ji aliyê her kesî ve tê zanîn û got, "Dema ku li Rojhilata Navîn DAÎŞ'ê û cîhadîstên din dest bi êrîşê kirin, têkiliya wan a bi Erdogan re eşkere bû. Siyasetmedar û dîplomatên li Ewropayê baş bi vê zanin. Lê belê ji ber ku Erdogan şantaja penaberan li dijî Ewropayê bi kar tîne, dengê xwe dernxînin."

'EZ HEYRANÊ TÊKOŞÎNA KURDAN IM'

Wûrtz anî ziman, ew heyranê têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdan û feraseta me ya azadiyê li hev tên. Têkoşîna Kurdan têkoşîna hemû hindekahiyan e. Kurd ji bo nirxên mirovahiyê yên li Rojhilata Navîn têdikoşin. Aliyekî din ê ku dibe sedem ku heyranê têkoşîna Kurdan bim, têkoşîna azadîparêziya jinê ye. Ev tişt li Rojhilata Navîn tine bû. Mînak; yên ku li Kobanê DAÎŞ têk bir, jinên Kurd e. Serbilind im ku piştgiriyê didim têkoşîna we. Divê welatên Ewropayê hîn bêhtir piştgiriyê bide we."

Wûrtz qetilkirina jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez şermezar kir û bêdengiya dadgeriya Fransayê rexne kir.

'HETA KU TECRÎD BÊ RAKIRIN EM Ê ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNIN'

Bi navê çalakgerên greva birçîbûnê, Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç axivî.

Koç li ser çalakiyê agahî da û got, "Em Kurd, bi salan e ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan li dar dixin, dimeşin û xwepêşandanan pêk tînin. Em hewl didin dengê xwe bigihînin her derê. Lê belê welatên Ewropayê bi taybetî saziyên CPT û Konseya Ewropayê bêdeng in. Heta ku em bigihêjin armanca xwe, em ê çalakiya xwe bidomînin."