Wezîr Nehammer: Bûyera li Viyanayê dibe organîzeya MÎT’ê be

Her ku diçe îhtimalên êrîşa faşîstan a li Viyanayê bi organîzeya MÎT’ê pêk hatibe xurtir dibe. Wezîrê Karê Hundir ê Evûtûryayê Nehammer diyar kir ku di bûyerê de li ser rola MÎT’ê niha disekinin.

Li paytexta Evûstûrya Viyanayê 25’ê Hezîranê li pey hev komên faşîst ên Tirk û desthilata AKP-MHP wan destek dike êrîşî Kurdan û beşên mûxalîfên rejîma Erdogan in kirin. Mîtînga bi rêkûpêk a bi dirûşma ‘Li dijî tundiya li jinê’ jî bû hedefa êrîşên faşîstan.

Yekîneyên ewlekariya Ewûstûryayê jî êrîşên bûn sedema di navbera Viyana û Enqerê de rê li ber krîzan veke rol îstixbarata Tirk MÎT’ê xistin bin lêkolînê. Hate ragihandin ku di lêkolîn û lêgerîna li ser dîmenên di dema êrîşê de ku bi desteka îstixbarata Evûtûryayê tê kirin, detayên ku behra girîng a MÎT’ê di bûyerê de heye, hatine dîtin.

Wezîrê Karê Hundir ê Evûstûrya Karl Nehammer ê li ser mijarê îro derker pêşberî çapemeniyê diyar kir ku di dema bûyer qewimî de xwepêşanderên Kurd û çepgir ji aliyê tîmeke baş a kamerevan a organîzekirî ve hatine kişandin. Wezîr bal kişand ku gumanên cidî hene ku dîmenên mijara gotinê ji aliyê MÎT’ê ve hatibin organîzekirin, anî ziman ku tîma dîmen dikişand jî bi zanabûn xwepêşander tehrîk kirine.

‘BI TI AWAYÎ RÊ NADIN MÎT’Ê’

Wezîrê Karê Hundir Karl Mehammer di dewama daxuyaniya xwe de piştî ku piştras bû ku ev bûyer ji aliyê MÎT’ê ve hatiye organîzekirin û şûnde, em bi ti awayî rê nadin îstixbarata Tirk. Li gorî agahiyên di çapemeniya Evûstûryayê de derketî, wê encamên lêkolînên tîmên ewlekariyê ya li ser rola MÎT’ê ya di bûyerê de, roja Înê wê rayedarên hikûmetê bi rêya çapemeniyê daxuyaniyek bidin.”