Welatparêzê Kurd Halîl Şen li dijî tecrîdê bendena xwe da ber agir

welatparêzê Kurd Halîl Şen ê li bajarê Dresden a Elmanyayê dijî, di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de bedean xwe da ber agir û şehîd bû.

Welatparêz Kurd Halîl Şen ê 25 sal in ku li bajarê Dresden a Elmanyayê dijî,  di salvegera Komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li Îmraliyê bedena xwe da ber agir. Şen ê cihê çalakiya xwe li ber derê avahiya meclîsa eyaleta Dresdenê hilbijart, li pey xwe nameyek hişt û gotibû: “Rêberê mirovahiyê Serok Apo bi mehan e agahî jê nayê girtin, ne parêzer û ne jî malbat hevdîtinê dikin. Ez li dijî vê xebat û tevger heye, lê têrê nake.”

Şen ê ji aliyê Kurdistaniyên li Dresden û derdorî wê ve tê nasîn, 13’ê Sibatê roja Înê diyarkiribû ku wê tevlî meşa li Berlînê ku ji bo li dijî komploya navneteweyî bê lidarxistin bibe, ji malê derketibû. Şen ê ji wê rojê û şûnde ti agahiyek jê nehat girtin, rêveberên Komeleya Dostên Elman a Kurd a Dresdenê serî li navenda polîsan dabû û ji bo Şen serlêdana windabûnê dabû.

Polîsên ku testa DNA’yê îro eşkere kir, nasnameya Şen bi temamî zelal bû.

Li gorî lêkolînên polîsan roja Înê kesê saet derdorî 13:30’î li navenda Dresdenê bedena xwe dabû ber agir Halîl Şen e.  Li bendê ye ku cenazeyê Şen bê dayîna malbatê.

Di vê navberê de endam û rêveberên KON-MED’ê wê saet 17:00’an cihê ku Halîl Şen bedena xwe dayî ber agir, wê daxuyaniyek bidin.

Halîl Şen ê  sala 1971’an li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê di nameya xwe de ev gotiye:

“Bi hezaran Kurd li girtîgehan in. Ev Îsyana min e. Yên ku divêjin ez Kurd im, welatparêz im, Kurdistan welatê min e, yên dixwazin Kurdistan azad bibe, divê gelê Kurd ê welatparzê û dostê wan tavilê vê bêhestyarbûnê derbas bikin.

 Li çar parçeyên Kurdistanê dewleta Tirk êrîşan pêk tîne.  Li kîjan cihê cîhanê be bila bibe êrîşî ewladên gelê Kurd ê bi rûmet û welatparêz û dostên wan dikin. Dixwazin tine bikin. Di serî de gelê Kurd ê welatparêz û dostên wan divê li dorî nirxan bibe xelek, bibe yek, ji her demê zêdetir ked bide, berdêl bide, Encaq wiha em dikarin bi Kurdbûn, nasname, dîrok û çand-kevneşopiyên xwe gelê Kurd ê welatparêz û bi rûmet bijî. Em vê nekin em ê winda bikin. Mirovahî wê  winda bike, em rê nedin vê.

Bi mehan e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.

Bi taybet Kurdên li Ewropa û Dîasporayê dijîn, yên ku dibêjin em welatparêz in û destekê didin têkoşînê, yên azadiya Kurdistanê dixwazin, dîsa şoreşger, demokrat di nava bê hestyarbûnê de ne. Ev ne layîqî kesê ye.

Têkoşîna 45 salî ya PKK’ê bi qasî ya gelê Kurd e, heman demê têkoşîneke ya mirovahiyê ye.

Komploya Navnetweyî ya li dijî Serokê mirovahiyê Serok Apo dikeve sala xwe ya 23’an. Hemû hêz û hevkarên ku di komploya 15’ê Sibata 1999’an de cih girtî şermezar û lenet dikim. Ji bo hêzên komploger û hevkaran dibêjim ku, heta ku mirovahî bijî, rêberê mirovahiyê Serok Apo wê rêya mirovahiyê ronî bike. Ev jî ji bo komploger û hevkaran ehdek e.

Roja me Serok Apo 50 sal in, ji bo mirovahiyê rênîşaner û ronahiye, xwedî li mirovahiyê derdikeve, wê tim jî xwedî lê derkeve. Ji bo azadiyeke bi rûmet berdkêl divê, mirovên bi rûmet demê borî berdêl dan, ji niha û şûn ve jî wê mirovên bi rûmet berdêl bidin û didin.”