Welatparêz û dilxwaza civaka xwe Hediye Alin koça dawî kir

Welatparêz û dilxwaza civaka Êzidî Hediye Alin ku xwişka Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bû, koça dawî kir.

Welatparêza Kurd û dilxwaza civaka Êzidî Hediye Alin li bajarê Hannover-Langenhagen ê Elmanyayê doh koça dawî kir.

Hediye Alin demeke dirêj li hemberî nexweşiya penceşêrê li ber xwe dida, lê belê nekarî bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Hediye Alin wê li gundê Hemdûna yê Êlihê bê veşartin.

Hediye Alin ku dayika 8 zarokan bû, her wiha xwişka Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bû.