Wekîlê Partiya Karker Kadir Kasirga got piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, gelê herêmê neçar ma ku şûnwarên xwe berdin û li kampan bijîn.
'ARMANCA TIRKIYÊ PAQIJIYA ETNÎK E'
Kasirga got bi dagirkeriya Efrînê mal û milkên Kurdan hatin desteserkirin,Tirkiye dagirkeriya xwe bidomîne ev dibe sûcê şer û li gorî NY'yê ew der xaka Sûriyê û diyar kir Tirkiye li Efrînê paqijiya etnîk dike, Efrînê ji Kurdan vala dikin.
Kasirga got li Sûriyê devera ku aştî lê bû Efrîn bû û Kurd herî pir li Efrînê rêxistinî bûn û Tirkiyê çûye ew der dgair kiriye û domand, ''Ji Efrînê ti gef li ser Tirkiyê çênebû. Lê dewleta Tirk saziyên ku YPG-YPJ ava kirî kire hedefa xwe. Bi bêdengiya cîhanê û destûra Rûsya ew der dagir kir.''
Kasirga got Swêde li ser dagirkirina Efrînê bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kriiye, wan dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kiriye û di nav dewletan de dewleta li dijî dagirkeriya Tirk helwesta herî tund daye Swêd e.
'TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ EFRÎN DAGIR KIRIN'
Wekîla Partiya Çepgir Kakbaveh jî got dewleta Tirk li gel çeteyên pê re Efrîn dagir kirine, zeytûnên Efrînê dizîne û difiroşin.
Kakabaveh got heke were belgekirin ku dewleta Tirk zeytûnên Efrînê difoşe, divê li ser dewleta Tirk boykot were danîn.
'PIŞTÎ BIRYARA VEKIŞÎNÊ TIRKIYE HAZIRIYÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDE KIRINE'
Li ser biryara vekişînê ya Emerîkayê ya ji Sûriyê jî Kakabaveh got, Tirkiye haziriyên dagirkeriyê zêdetir kirine û got, ''Lê rêveberiya Trûmp li dij vê biryarê li ber xwe da. Fransayê diyar kir ku ew ê leşkeran bişînin herêmê lê yekê ji van negot bê ka statûya Kurdan li wê derê wê çilo be.''
'JI BO ARAMIYÊ TEKANE ÇARESERÎ STATÛYA KURDAN E'
Kakabaveh bi berdewamî diyar kir divê xweserî û statûyê bidin Kurdan û domand, ''Biya min li herêmê ji bo ku aramî pêk were tekane çareserî ew e ku xweseriya Kurdan were naskirin.''
Kakabaveh her wiha got heke statûya Kurdan were naskirin Tirkiye wê newêre êrîşê bibe ser Rojava û domand, ''Li Sûriyê heta ku hilbijartinên xwecih werin kirin divê statûya Kurdan were diyarkirin û li dijî êrîşên derve werin parstin.''
Kakabaveh par ji Parlamentoya Swêde xwestibû ku rêveberiya Rojava nas bike.