Wekîlên Fransayê: Çanda we ya berxwedanê cihê rêzdariyê ye
Parlamenter û namzetên çep ên Fransayê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û bal kişandin ser hurmeta raya giştî ya Fransayê li çanda berxwedanê ya gelê Kurd.
Parlamenter û namzetên çep ên Fransayê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û bal kişandin ser hurmeta raya giştî ya Fransayê li çanda berxwedanê ya gelê Kurd.
Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê pêk tê, 31 roj li pey xwe hişt. Parlamenter û siyasetmedarên ku çûn serdana çalakgeran, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên wan û soz dan, wê li her qadê destekê bidin Kurdan.
Ji mezintirîn partiya sîwanî ya çep a Fransayê France Însoûmîse (Fransa ya serî natewîne) parlamenterên Ewropayê (PE) Emmanûel Maûrel û Yoûnoûs Omarjee, Parlamentera Meclîsa Neteweyî ya Fransayê Carolîne Fîat û namzetê sereke yê vê partiyê di hilbijartinên PE yê 2019'an Manon Aûbry, namzeta parlamenteriyê Sophîe Raûszer serdana çalakgeran kirin.
Berdevka Neteweyî ya La France Însoûmîse ku mezintirîn rêxistinbûna çep a li Fransayê ye Danîelle Sîmonnet jî di nava heyetê de cih girt.
KOÇ: EM BAWER IN KU SERKETIN NÊZ E
Serdan danê êvarê pêk hat û çalakgerên greva birçîbûnê parlamenterên France Însoûmîse û siyasetmedarên din pêşwazî kirin. Bi navê çalakgeran Yuksel Koç siyasetmedarên Fransayî pêşwazî kir û got, "Em bawer in ku serketin nêz e. Ev yek hêza berxwedanê dide me."
MAÛREL: ÇANDA BERXWEDANÊ CIHÊ RÊZDARIYÊ YE
Endamê Parlamenta Ewropayê parlamenter Emmanûel Maûrel li vir axivî û ji çalakgerên greva birçîbûnê re got, "Beriya her tiştî dixwazim bêjim ku hûn gelekî wêrek in. Wekî din, bi baweriya xwe ya ji bo serketinê hûn qewîn in." Maûrel diyar kir, ew heyranê berxwedêriya gelê Kurd e û anî ziman, armanca wî ji vê serdanê ew e ku nîşan bide, ew destekê dide gelê Kurd e.
Maûrel diyar kir, ev têkoşîna ji bo gelan hemûyan cihê rêzdariyê ye û ragihand, şervanên ku li Rojava li dijî paşverûtî û dîktatoriya çeteyan şer kirin, di nava gel û raya giştî ya Fransayê de bi rêzdarî tên dîtin.
Emmanûel Maûrel got, "Tişta ku hûn herî baş temsîla wê dikin, berxwedane ."
'WELATÊN ROJAVAYÎ DIVÊ JI XWE ŞERM BIKIN'
Maûrel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rexneyên li Fransa û welatên din ên Rojavayî tên kirin û got, "Em ji wan re dibêjin, 'Ji ber ku hûn piştgiriyê nadin gelekî têdikoşe, divê hûn ji xwe şerm bikin'. Em jî heta ku ji destê me tê, hewl didin destekê bidin yên ku bi me re têdikoşin."
Maûrel anî ziman, hêz û baweriya berxwedanê ya Kurdan ji bo wan çavkaniya hêzê ye.
BIRYARDARIYA NOBEDA 'AZADÎ JI OCALAN RE'
Namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên PE yên 2019'an Sophîe Raûszer jî anî ziman ku demeke dirêj ew li Parlamenta Ewropayê weke şêwirmend xebitî û wê biryardariya Kurdan di 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' dîtiye.
Raûszer got, "Di nava 6 salên xwe yên li vir de, min rojekê bi tenê nedît ku Kurd li vir ji bo azadiya girtiyan belavok belav nakin" û bal kişand ser têkoşîna bi biryar a Kurdan.
Siyasetmedarên Fransayî piştre guh dan daxwaz û nêrîna çalakgeran.