Wekîl û şaredaran li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin

Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP'yî bi şiyara "Bila tecrîd bi dawî bibe û Guven azad bibe", li ber Konseya Ewropayê çalakiyekê pêk tînin.

Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP'yî ji bo balê bikişînin ser rewşa krîtîk a Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bi şiyara "Bila tecrîd bi dawî bibe û Leyla Guven azad bibe" li ber avahiya Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kir.

Hevşaredar û parlamenterên sirgûnkirî jî di nav de gelek rayedarên HDP'ê û rêveberên partiyê li ber avahiya Konseya Ewropayê çalakiyê li dar dixin. HDP'yî saet 8'an li Boûlevard de I'Eûropeyê li hev civiyan û berdilkên bi zimanê Îngilîzî yên bi nivîsa "Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven rizgar bikin" li xwe kirin û dest bi çalakiyê kirin.

Wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP'ê bi bîr xistin, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 76 roj in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û bang li Konseya Ewropayê hate kirin ku bi lezgînî bikeve nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de dirûşmên "Tecrîdê bi dawî bikin, Leyla Guven rizgar bikin", "Jin jiyan azadî" û "Azadî ji Leyla Guven re" hatin qîrîn. Her wiha wê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayin.

Wekîl û hevşaredarên ku mohra xwe avêtine binê bangawaziya li Konseya Ewropayê:

Parlamenter: Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Demîr Çelîk, Faysal Sariyildiz, Kemal Aktaş, Leyla Bîrlîk, Lezgîn Botan, Mehmet Emîn Adiyaman, Nûrsel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Tûgba Hezer Ozturk.

Hevşaredar: Bûrhan Kocaman (Hevşaredarê Depê), Fatma Şik Barût, Firat Anli, Huseyîn Guneş, Leyla Îmret, Orhan Şansal, Veysel Keser.

Rêveberên partiyê: Fîlîz Koçalî, Alî Şîmşek, Emrûllah Bîngol, Hasan Vûral, Hayrî Ateş, Sabîha Gunduz, Îhsan Çelîk, Songul Çelîk.