Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Wê li Kolombiyayê niqaş li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd bê kirin

‘’Neteweya Demokratîk’’ ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, wê li Kolombiyayê di konferansê de bi sê rojan li ser bê sekinandin.

Li Bogotayê ku paytexta Kolombiyayê ye, 28,29 û 30’ê Tîrmehê bi sernavê "Ji bo avakirina civakeke demokratîk rabûna li ber kapîtalîzmê" wê konferans li dar bikeve.

Wê di konferansê de bi taybetî li ser projeya "Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê sekinandin.

Di daxuyaniya banglêkirinê ya konferansê de, îşaret bi xerabûna civakî ya ji ber modernîteya kapîtalîst hatiye kirin û wiha hatiye gotin: "Ji bo xwedîkirina asoya xwe ya azadker di asta kûreyî de, divê em bi rengê her herêmê yê xweser re bên ba hev."

Piştî axavtina destpêkirina konferansê, wê panelek bi ser navê "Kapîtalîzm ku krîzeke hevçaxbûnê ye"

Wê bi du rojan rûniştineke din a bi navê "Alternatîf ji bo kapîtalîzmê û pergala netewe dewletê’’ bê kirin."

Roja duduyan wê komên xebatê yên bi navê "Rêveberiya xweser", "Ekolojî û herêm", "Aborî û herêm", "Jin û azadiya jinan", "Nelihevkirina fikirî", "Ciwan" û "Dewlet û demokrasî" bên avakirin û niqaş bên kirin.

Roja sisêyan a konferansê, wê panel li ser şoreş, piştevanî û enternasyonalîzma sedsala 21’ê bê çêkirin.

Ev panel, wê bi du rûniştinan ji serê sibehê heta bi êvarê berdewam bin. Wê encamname bê ragihandin û konferans biqede.