VRT NWS’ê derbarê Abdullah Ocalan de nivîsî: Mandelayê Kurdan kî ye?

Medyaya VRT’ê ya li Belçîkayê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de di nûçeyeke xwe de bi berfirehî qala Abdullah Ocalan kir.

Di medyaya VRT NWS’ê de nûçeyek ji aliyê Freek Wîllemsî ve bi sernavê ‘Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ye: Mandelayê Kurdan kî ye?’ hate weşandin.

Di nûçeyê de bi berfirehî qala avakirina PKK’ê, komploya 15’ê Sibatê, hêzên serkêş ên komployê û pêvajoya darizandinê hate kirin.

VRT NWS’ê di nûçeya xwe de pêvajoya ji sala 1998’an û heya niha jî nîqaş kir û destnîşan kir ku; ‘’Di 1998’an de  piştî Abdullah Ocalan ji ber zextên Tirkiye û Sûriyeyê derbasî welatên cuda dibe û li Ewropayê ji bo penaberiyê dikeve nava hewldanan. Abdullah Ocalan ji bo vê yekê, derbas dibe welatên weke Rûsya, Spanya, Yûnanistan û Îtalya û Belçîkayê. Lê belê tu welatên Ewropayê xwe neda li ber vê yekê û cisaret nekirin ku  vê yekê bikin.’’

Di nûçeyê de qala hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê jî û hate kirin û ev yek weke: ‘’Li hemberî vê yekê agirbestên demkî û bi dewleta Tirk re mizakere hatin kirin, lê belê tu caran xîmê aştiyeke rasteqîn nehat avêtin.’’

Nûçeyê beşek jî ji bo nêrînên Derwîş Ferho veqetand ku Ferho di Enstîtuya Kurdî ya Belçîkayê de cih digire. Ferho di nûçeyê de bi bîr dixe ku hê jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nayê dîtin û balê dikşîne li ser zextên li ser partiyên siyasî yên Kurd û dibêje: ‘’ Abdullah Ocalan yekane rêber e ku ji bo çareseriya aştiyane li ber xwe dide.’’

Di dawiya nûçeyê de Derwîş Ferho pirsa: ‘Abdullah Ocalan wê were berdan?’ wiha dibersivîne: ‘’Ez hêvî dikim ku were berdan û ez bawer im ku yekane rêberê ku hewl dide rêya çareseriya aştiyane bibîne, Abdullah Ocalan e. Eger tiştek li Abdullah Ocalan were, ev yek ne tenê ji bo Kurdan, wê ji bo tevahiya Tirkiyeyê gelekî nebaş be.’’