Von der Leyen: Pêvajoya piştî Brexîtê dibe ku bê dirêjkirin

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyen anî ziman, 'pêvajoya derbasbûnê' ya piştî Brexîtê ya dawiya meha Çileyê dibe ku bê dirêjkirin.

Piştî ku Partiya Mûxafazakar a Borîs Johnson di hilbijartina pêşwext a Brîtanya Mezin de bi ser ket, derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) misoger bû ku wê di 31'ê Çileyê de pêk were. Piştre wê di navbera Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê de 'pêvajoya derbasbûnê' dest pê bike ku di vê pêvajoyê de wê têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê bên diyarkirin. Ew pêvajo jî wê heta 31'ê Kanûna 2020'î dewam bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ûrsûla von der Leyen jî îdîa kir ku nepêkane têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê di nava 11 mehan de bên destnîşankirin. Von der Leyen ji rojnameya Les Echos a li Fransayê re axivî û anî ziman ku di serî de herêma bazirganiya serbest ew bi fikare ku gelek mijar ên danûstandinan di nava pêvajoya hatiye destnîşankirin de bidawî bibe. Von der Leyen îdîa kir ku pêvajoya derbasbûnê dibe ku bê dirêjkirin.

Lê belê Serokwezîr Borîs Johnson ku di hilbijartinên 12'ê Kanûnê de bi ser ket, di dengdana parlamantê de dabû pejirandin ku pêvajoya derbasbûnê heta dawiya sala 2020'î be.