Vê hefteyê Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî ‘Nobeda Azadiyê’ girt

Çalakiya nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasboûrgê ye Fransayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, didome. Nobedarên hefteya 537’an endamên SMJÊ’yê ne.

Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe, li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî 11 sal in didome. Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê jî endamên Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) ne.

Di nava komê de Fikriya Ferho, Zubeyde Xebat, Zero Kîvagî, Sosin Kartal û Ayhan Îgret hene.

Fikriya Ferho bi navê komê axivî. Ferho anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me erkek bingehîne û got: “Em îro weke Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî di nobetê de ne. Ev du roj in me çalakiya nobetê dewr girtiye. Em weke jinên Êzidî azadiya Rêber Apo, erkê xwe yê bingehîn dibinin. Em bi fikir û ramanên Rêber Apo gihiştin azadiya xwe. Erkê me ye ku em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Em kompoloya li dijî Rêbertiyê bi tundî şermezar dikin. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê li qadan bin û li ber xwe bidin.”

Ferho diyar kir ku zêdetirî salekêye tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: “Sazî û dezgehên ku mafê mirovan diparêzin li kû ne?. Çima ev sazî li hemberî tecrîda girankirî bêdengin. Heta ku Rêber Apo bigihêje azadiya xwe ya fîzikî em ê timî li qadan bin û em ê têkoşînê bilind bikin.”