VDJ: Qedexeya li ser PKK'ê bêhiqûqî ye, divê bê rakirin

Komeleya Parêzerên Demokrat bertek nîşanî qedexeya li ser PKK'ê da. Komeleyê diyar kir ku ev yek bêhiqûqî ye û wiha got: "Divê krîmînalîzekirina mûxalefeta Kurd bi dawî bibe."

Komeleya Parêzerên Demokrat (VDJ) di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di 22'ê Mijdara 1993'an de Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê qedexe danî ser PKK'ê. Piştî vê yekê qedexeyên din jî hatin. PKK ji sala 2002'an û vir ve ji aliyê YE'yê ve di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Ji wê demê heta niha bi sedan çalakvanên Kurd bi binpêkirina van qedexeyan û binpêkirina xalên 129a û 129b ên Qanûna Cezayê ya Elmanyayê (StGB) hatin sûcdarkirin û hinek jî demek dirêj li girtîgehê hatin ragirtin. Hewldana sûcdarkirina hevdîtin û kiryarên saziyên Kurd heta niha di dadgehan de bi ser neketin.

Di wê demê de jî gumanên cidî hebûn ku gelo ev qedexe bi rastî xizmeta ewlekariya Elmanyayê dike yan jî ji bo berjewendiyên siyasî yên hikûmeta Tirkiyeyê xizmetê dike. Tevî ku Abdullah Ocalan di sala 1995'an de ragihandibû ku dest ji tundiyê berdaye jî, lê ji bo li Elmanyayê rê li ber legalbûnê bê vekirin, tiştek nehat kirin.

Di vê navberê de, Daîreya Parastina Destûra Bingehîn jî di rapora xwe ya 2022'an de neçar mabû ku daxuyaniyeke sînorkirî bide: 'Li Ewropayê her çiqas bûyer û çalakiyên aştiyane derkevin pêş jî, tundî ji bo îdeolojiya PKK'ê vebijarkeke stratejîk e.'

Li şûna şîdeta îsbatkirî, şîdet bûye vebijarkek stratejîk a nediyar, texmînek qanûnî ya razber e. Ji ber vê çendê gelek caran bi rêyên qanûnî û parlementerî hewldana krîmînalîzekirina PKK’ê hatin kirin û di vir de mafdar in jî.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di pêşnûmeyeke ji aliyê koma parlamentoyê ya Dîe Lînke ve di Kanûna 2014'an de hatibû pêşkêşkirin de, wiha hatibû gotin:

"Destpêkirina gavên siyasî yên ji bo rakirina qedexeya çalakiya di çarçoveya qanûna komeleyê de li dijî PKK'ê, rêxistin û komele û saziyên çapemeniyê yên nêzî wê dawî li qedekirina xebatên wan bê anîn, gavên siyasî bên destpêkirin. Di çarçoveya qanûna penaberiyê de rakirina hemû cezayan, efû, dosyayên sûcên biyanî bên betalkirin. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin di asta Yekîtiya Ewropayê de xebat bên meşandin û di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKK'ê de hevdîtinên aştiyê bên dewamkirin."

'DIVÊ QEDEXE BÊ RAKIRIN, GAV BÊ AVÊTIN'

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"PKK'ê gelek caran li dijî ketina wê di lîsteya rêxistinên terorê ya YE'yê de tedbîrên hiqûqî girt. DMME'yê ji ber ku biryara YE'yê bi awayekî fermî xelet bû, tenê ji bo PKK'ê biryar da. Di Gulana 2022'an de PKK'ê careke din serlêdana Wezareta Karên Hundir a Federal kir û nameyek pêşkêşî wezaretê kir.

VDJ piştgirî dide vê bangê û hem jî însîyatîfên din ên ji bo qedandina krîmînalîzekirina PKK’ê. Daxwazên Koma Meclîsê ya Partiya Çep a di sala 2014'an de li Bundestagê anîn ziman hê jî derbasdar in.

1. Qedexeya ji sala 1993’an ve li ser PKK’ê û rêxistinên girêdayî wê û şûngirên wê, komele û medyaya girêdayî PKK’ê hatiye danîn, bên rakirin û gavên siyasî bên avêtin.

2. Rayeya Wezareta Dadê ya Federal ku li gorî xala 129b a Qanûna Cezayê ya Elmanyayê, PKK rêxistina terorê ya biyanî ye bê betalkirin.

3. Bi dawîkirina hemû cezayên li gor qanûna koçberiyê yên girêdayî qedexekirina çalakiyên PKK û rêxistinên jêrî, piştgir û paşgirên wê û herwiha komele û medyaya girêdayî wê û binavkirina PKK wek terorîsteke biyanî.

4. Ji bo hemû kesên ku bi tenê ji ber endamtî yan piştgiriya PKK'ê an jî rêxistinên girêdayî wê û yên li pey wê an jî komele û medyaya têkildar tên mehkûmkirin, bên efûkirin gavên siyasî bên avêtin.

5. Li ser asta YE’yê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê (rêxistinên wekî KADEK, KONGRA-GEL jî di nav de) kampanya bên meşandin.

6. Teşwîqkirina hikûmeta Tirkiyê û PKK'ê ji bo berdewamkirina danûstandinên aştiyê yên ku bi awayekî avaker û şefaf destpê kirine, bi armanca bidestxistina aştiyeke mayînde bi rêya pêkanîna reformên demokratîk.

VDJ bang li Hikûmeta Federal dike ku bersivê bide pêşniyara Gulana 2022’an û daxwazên Partiya Çep a sala 2014’an pêk bîne.

Divê krîmînalîzekirina muxalefeta Kurd bi dawî bibe."