Tundiya li ser jinê protesto kirin

Li bajarên Duîsburg û Koln ên Elmanyayê û Den Haag a Hollandayê qetlîam û êrîşên li dijî jinan hate protestokirin.

DUISBURG

Ji bo cinayetên jinan û êrîşên serdegirtinê yên dewleta Tirk ên li dijî saziyên jinan protesto bikin li Duîsburga Elmanyayê çalakiyek pêkanîn.

Li Duîsburgê çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve her roja Çarşemê li Avendukplatzê tê kirin di hefteya xwe ya 8’emîn de ye.

Amara Tolhildan ya bi navê Meclîsê axaftin kirî, bal kişand ku li tevahiya cihanê ji ber tundiya civakî û kesî ji ber welat, ol, ziman, netew û rengê xwe her roj bi milyona jin zerarê dibîne yan jî tê kûştin û banga bi hev re têkoşîna li dijî zilmê kirin. Tohlihdan, qetlîama dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê jî şermezar kir.

KOLN

Li bajarê Koln a Elmanyayê jî bi banga Meclîsa Jinan a Viyan Kurdistanî û dostên wan Bahnhofsvorplatzê hatin gel hev.

Di axaftinên çalakiya pankart û dovîzên ku wêneyên 3 jinên li Kobanê hatîn qetilkirin li ser hatin hilgirtin de, bal kişandin ev 10 sal e li Rojava ji bo avakirina civakek nû xebat têkirin û dewleta Tirk ji bo bibe asteng her tim dagirkerî û hewildana qetlîaman dike.

Di çalakiyê de daxuyaniya Defend Rojava jî hate xwendin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Hollanda yê jî li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî hate kirin. Di çalakiya li pêşiya Parlementoya Holandayê hatî kirin de, parlementerek derket û daxwazên çalakgeran guhdar kir.

Çalakî bi druşmeyan bi dawî bû.