TJK-F û CDK-F: 8’ê Çileyê em ji qatilên li Parîsê hesab bipirsin

TJK-F û CDK-F’ê jinên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn û gotin, “Bang dikin ku bi rengekî xurt tevlê çalakiya 8’ê Çileyê ya li Gare Dû Nordê bibin û ji qatilan û hêzên li piştperdeya wê qetlîamê hesab bipirsin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) de hat gotin, “3 rêhevalên me yên jin ên şoreşger ên Kurdistanî di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi rengekî tirsonekane hatin qetilkirin. Em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di êrîşeke dermirovî de hatin qetilkirin, di 9’emîn salvegera qetilkirina wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û careke din vê êrîşa hovane bi kîn û hêrseke mezin şermezar dikin.”

'FRANSA JÎ SÛCDAR E'

Di daxuyaniyê de ev gotin hatin kirin:

"3 jinên şoreşger ên mezin ên pêşeng, berxwedêr û afirînerên têkoşîna me ya azadiya jinê ya ku li Kurdistanê derketiye û berfireh bûye û îro bûye gerdûnî, di encama hevkariya qirêj û gemar a hêzên pergala kapîtalîst de ku nûnerê dawî yê hişmendiya zilam e, hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi jiyan, raman û bi têkoşîna xwe bûne nûnera lêgerîna jiyana azad û wekhev û têkoşîna hezaran salan a jinan. Exlaq, felsefe, îdeolojî û helwesta berxwedanê ya têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê her demê û li her derê bi berpirsyariyeke mezin a azadiyê bi cih anîne.

Qirkirina van her sê jinên şoreşger ên mezin ên Kurd, weke parçeyek a polîtîkayên qirkirin, înkar û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û rejîma dîktator a faşîst a Erdogan li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin hatiye pêkanîn. Gelê Kurd û dostên wan berpirsyarên vê komkujiya li paytexta Fransa Parîsê pêk hatî eşkere kirin. Heta ku edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e! Mekanîzmaya edaletê ya dewleta Fransa hê jî li pêşberî gelê Kurd û mirovahiyê aliyê tarî yê mayî ronî nekiriye.

'EM HESAB JI QATIL Û BERPIRSYAR BIXWAZIN'

Ji her demê girîngtir e ku li dijî faşîzmê û hemû diyardeyên şîdeta mêr têkoşîna hevpar di hemû qadên jiyanê de bê xurtkirin.

Ji ber ku Parîs nehat ronîkirin û berpirsyar nehatin pirsîn, mixabin komkujî berdewam dikin.

Di 9’emîn salvegera komkujiyê de em weke gelê Kurd dibêjin; Em şehîdên Parîsê ji bîr nakin û em ê tu carî hêzên kujer efû nekin.

Li ser vê bingehê em banga tevlêbûna xurt a ji bo çalakiya 8'ê Çileyê ya di salvegera Komkujiya 9'ê Çileyê de ku wê saet 12:00'an li Gare Du Nord were lidarxistin dikin û ji kujer û hêzên li pişt wan hesab bipirsin.”