TJK-E’yê bang kir ku 14’ê Kanûnê her kes xwedî li Rojava derkeve

TJK-E’yê diyar kir ku 14’ê Kanûnê wê li dijî dagirkerî û qirkirinê, çalakî bên lidarxistin û banga xwedî derketina li Rojava kir. TJK-E’yê got, “Roj roja xwedî derketina li Rojava ye.”

DAXUYANIYA TJK-E’YÊ

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got, “Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esad, Artêşa Millî ya Sûriyeyê li ser qadên xweseriya demokratîk a Kurdan, operasyonên leşkerî dimeşîne û li dijî çêkerên çandî, civakî, nirxên mirovî û têkoşîna azadiya jinan, êrîşên cidî pêk tîne.”

TJK-E’yê ragihand ku ji 27’ê Mijdarê û vir ve di şerê dagirkeriyê de gelek mafên mirovan hatine binpêkirin û got, “Em her kesê ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û van êrîşên dagirkerî û qirkirinê bi nefret şermezar dikin. Dewleta Tirk a faşîst van geşedanên li Sûriyeyê ji xwe re weke firsend dibîne û çeteyên girêdayî xwe, li qadê xistiye meriyetê, dixwaze herêmên rêveberiya xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û tune bike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya 10 salan de, dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê çêkera demografîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhertine û hat diyarkirin ku Kurd bi zorê ji cihên wan hatine kirin û li şûna wan komên cuda hatine bicihkirin. 

‘ROJ, ROJA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ YE’

Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku bi destê çeteyên dewleta Tirk, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê hedefgirtin û ev tişt hat gotin: “Berxwedana jinan, berxwedana herî rûmet a dîroka azadiya gelan e. Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Rojava, ji bo civakek azad û cîhanek wekhev mînak e. Lewma têkoşîna azadiyê ya jinan, ji bo siberoja hemû gelan hêviyeke pir girîng e. Îro dem dema xwedî derketina li têkoşîna azadiyê ye. Jin wê li dijî van êrîşan, berxwedanê bidomînin û serketinê mîsoger bikin.

Li ser vî bingehî, weke TJK-E em roja 14’ê Kanûnê weke roja çalakiyên ji bo parastina Şoreşa Jinê, îlan dikin. Di serî de jinên Kurd, em bang li hemû jinan, raya giştî ya demokratîk û her kesê alîgirê mirovahiyê dikin ku roja 14’ê Kanûnê bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin Rojava. Roj roja mezinkirina têkoşînê ye!”