TJK-E: Heta ku li Îmraliyê hevdîtin pêk were, em dakevin qadan!

TJK-E’yê derbarê şewata li Îmraliyê daxuyanî da û got ku “Heta ku li Îmraliyê hevdîtin pêk were, em bang li gelê xwe dikin ku dakevin qadan.”

TJK-E’yê derbarê şewata li Îmraliyê daxuyanî da.

Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê me Abdullah Ocalan girantir kiriye û li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dide meşandin.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve hevdîtinên bi Rêbertiya me hatine astengkirin û tecrîd didome. Herî dawîn jî di çapemeniyê de hatiye diyarkirin ku li Girava Îmraliyê şewatek çêbûye. Derbarê tendirustî û ewlehiya Rêbertîya me û girtiyên din tu agahî tune. Astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran yek jî pêkanîna herî bê exlaq a rejîma faşîst e. Li hemberî van êrîşên saziyên navneteweyî bêdeng e û ev jî wan dike şirîkên vî sûcî. CPT di serî de, tu meşrûiyeta van saziyan nemaye.

Em jin ji bo ku tecrîda giran were rakirin û ji bo azadiya Rêbertiya me, em ê bênavber têkoşîna xwe bidomînin. Jin di serî de em bang li hemû gelê xwe dikin ku heta hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan were kirin, derbarê tendirustî û ewlekariya wî daxuyanî were dayin, em dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.”