Tirkiye Tirkmenên DAÎŞ'î bi kar tîne

DAÎŞ'iyê Tirkmen got, leşkerên Tirk di sala 2018'an de li Ezazê û di sala 2019'an de jî li Îdlibê malbatên Tirkmen ên DAÎŞ'î yên li kampên penaberan birin Tirkiyeyê û serbest berdan.

Dewleta Tirk hem ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj ên li Tirkiyeyê hem jî yên li Sûriyeyê pêk bîne, roleke taybet dide DAÎŞ'iyên Tirkmen. Tirkiye veguheriye herêma herî ewle ya DAÎŞ'ê. DAÎŞ'î û malbatên wan ên Tirkmen bi taybetî dibin Tirkiyeyê.

LI GIRTÎGEHA BÛCCAYÊ DERSA CÎHATÊ

Çeteyê DAÎŞ'ê Erkan Abdûrrahman Huseyîn Mûhammed Tirkmenekî ji Til Aferê ye. Di sala 2005'an de dema ku sempatîzanê komên cîhadîst ên li Iraqê bû ji aliyê hêzên Emerîkayê ve hate girtin û li Girtîgeha Bûccayê hate bicihkirin ku di kontrola DYE'yê de bû. Li girtîgehê ji yek ji damezrînerên DAÎŞ'ê Ebû Abdûrrahman Embarî dersa cîhatê wergirt. Erkan Mûhammed ku ji aliyê Emerîkayan ve weke Mûhammed Salîh Yûnûs Attayî tê naskirin di sala 2008'an de ji girtîgehê derket û bi jineke Tirkmen re zewicî. Di sala 2010'an de tevlî Dewleta Îslamî ya Iraqê bû ku weke El Qaîde ya Iraqê dihate naskirin.

TEVLÎ KOMÎTEYA ÊSÎRAN A DAÎŞ'Ê BÛ

Erkan Abdûrrahman Mûhammed di sala 2014'an de tevlî nava DAÎŞ'ê bû û êdî weke "Ebû Abdûllah Iraqî" hate naskirin.

Di navbera salên 2014 û 2015'an de di nava komîteya êsîran a DAÎŞ'ê de kar kir. Di dawiya sala 2015'an de derbasî herêma Hecînê ya Sûriyeyê dibe ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve dagirkirî bû.

DI BIN PARASTINA ÎSTÎXBARATA TIRK DE NE

Iraqî dema ku Til Afer hate dorpêçkirin malbata xwe şand Mûsilê ku teslîmî pêşmergeyan bibe. Dema ku li Hecînê bû malbata xwe ji kampa Hamam Alî ya di kontrola pêşmergeyan de bû bi rêya qaçaxçiyan şand Tirkiyeyê. Iraqî got ku li Tirkiyeyê bi deh hezaran malbatên DAÎŞ'î hene û malbata wî jî li Enqereyê li apartmanekê ye.

Iraqî diyar kir ku Eniya Tirkmen a Iraqê alîkariya madî bi malbatên DAÎŞ'iyên Tirkmen ên li Tirkiyeyê re dike û got, "Malbatên me li Tirkiyeyê serbest in, lê belê jin ji mêran bêhtir bi hêsanî tevdigerin. Mêr bi fikara ku bên naskirin hîn hay ji xwe hene û bi vî rengî tevdigerin. Tevî ku hin malbatên Tirkmen ji ber bihabûna jiyanê vegeriyan Iraqê jî piraniya wan li Tirkiyeyê ne. Îstîxbarata Tirk nasnameya penaberan dan wan. Tê zanîn ku li ku ne, nûmarayên wan ên telefonê çi ne. Malbat dema ku wê biçin bajarekî din agahiyê didin îstîxbaratê."

JI BO 4 HEZAR MALBATÊN TIRKMEN ALÎKARIYA PEREYAN

Iraqî ragihand, piştî ku ji Iraqê derbasî Dêrazor/Hecînê bû,ji rêveberên payebilind ên DAÎŞ'ê Hacî Abdulnasir ferman da ku alîkariya pereyan ji bo DAÎŞ'iyên Tirkmen ên li Tirkiyeyê re bê şandin û got, "Dema ku derbasî Hecînê bûm destpêkê di îdareya giştî de bûm. Piştre Ebû Muxeyya hat û got ku Hacî Abdulnasir dixwaze bi min re biaxive. Hacî Abdulnasir ji min xwest ku di dosyaya êsîr û şehîdan a Iraq-Til Aferê de kar bikim. Ji malbatên Tirkmen 3 ji 4'ê wan çûbûn Tirkiyeyê. Me ji her malbateke şehîd re 6 mehan carekê pere dişand. Ji malbatên ji Tel Aferê 90 ji sedî li Tirkiyeyê bûn. Haci Abdulnasir ferman da ku pereyan bişînim."

DAÎŞ'IYÊN LI KAMPAN BIRIN

Iraqî ragihand ku artêşa Tirk di salên 2018 û 2019'an de malbatên Tirkmen ên DAÎŞ'î yên li kampên penaberan ên li Ezaz û Îdlibê birin Tirkiyeyê û got, "Malbatên Tirkmen ên Iraqî û Sûriyeyî yên li kampên penaberan birin Enqere û deverên mîna wê. Di nava wan de gelek malbatên DAÎŞ'î hebûn. Hinek ji wan hevserên wan miribûn. Hinek jî hevserên wan li Iraqê û Bexdayê hatibûn girtin. Ew malbat birin Tirkiyeyê û ew serbest berdan. Di sala 2018'an de malbatên Tirkmen ên li kampa li Ezazê birin Tiriyeyê. Ez wê demê li Hecînê bûm. Hevalekî li gel min bi malbata xwe re axivî û gelekî kêfxweş bû. Hemû berda bûn û li Tirkiyeyê bûn. Piştre çend hevalên min ên ku malbatên wan li kampan bûn heman tişt gotin. Li vê deverê dema girtî bûm jî girtiyekî DAÎŞ'î yê ji Iraqê ji min re got ku di sala 2019'an de Tirkmenên li kampa Îdlibê ji aliyê leşkerên Tirk ve derbasî Tirkiyeyê hatine kirin. Tenê malbatên Tirkmen. Penaberên normal kêm bû di nava wan de, bi giranî malbatên DAÎŞ'î yên Tirkmen bûn."

PIRANIYA DAÎŞ'Î DERBASÎ TIRKIYEYÊ BÛN

Iraqî destnîşan kir ku di pêvajoyên Til Afer û Hecînê de bi deh hezaran DAÎŞ'î tevî malbatên xwe derbasî Tirkiyeyê bûn û got, "Ji ber ku piraniya DAÎŞ'î û malbatên wan li Tirkiyeyê ne di dawiya sala 2018'an de teqînên li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Hevalekî min ê DAÎŞ'î yê li Tirkiyeyê ev yek ji min re got."

Iraqî jî di 27'ê Sibata 2019'an de dema ku bi hevsera xwe ya duyemîn û zarokên xwe hewl dida bi rêya qaçaxçiyan ji Hecînê bireve ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate girtin. Iraqî digot, wî dixwest biçe Tirkiyeyê.