Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Tifaqa Sosyalîst a Avûstralya: Piştevaniya Guven bikin

Tifaqa Sosyalîst a Avûstralya diyar kir ku rewşa Leyla Guven kirtîk e û daxwaza bidawîkirina tecrîdê kir.

Tifaqa Sosyalîst a Avûstralya têkildarî Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û hate diyar kirin ku pêvajoya Guven tê de kiritîk e.

‘LI BER MIRINÊ YE; EM BEŞDARÎ ÇALAKIYÊN GERDUNÎ BIBIN’

Daxuyanî wiha didome;

“Em bang li hemû mirovên demokratîk û pêşverû dikin ku beşdarî çalakiyên gerdunî yên ji bo Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê bibin.

Bobby Sand di roja 66’an a greva birçîbûnê de mir. Niha Leyla Guven di roja 73’an de ye.

Em bang li hikûmeta Tirk dikin ku hemû girtiyên siyasî berdin û dawî li şerê bi Kurdan re bînin.”