Tevna piştgiriyê ya li dijî vîrûsa koronayê mezin dibe -NÛ BÛ
Maseya krîzê ya ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî pandemiya vîrûsa koronayê ava bû, karê xwe zêde dike.
Maseya krîzê ya ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî pandemiya vîrûsa koronayê ava bû, karê xwe zêde dike.
Maseya Krîzê ya Korona ku 14'ê Adarê li Berlînê ji bo Kurdistaniyan tevna piştigiryê danî, karê xwe mezintir kir.
Maseya Krîzê ya Têkoşîna li dijî Koronayê, bi pêşengiya Navenda Kurdistaniyên Azad ên li Berlînê (NAV-BERLÎN) û Meclîsa Jinan a DEST-DAN ava bû û niha zêdeyî sed xebatkarên xwe yên dilxwaz hene. Di nava tevna piştgiriyê de doktor, hemşîre, kedkarên tenduristiyê, parlamenter, rojnamevan, akademîsyen û gelek pisporên piştevaniya civakî hene. Bi vî rengî têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê xurt dikin.
'XEBATKAR HEMÛ DILXWAZIN'
Koordînasyona Maseya Krîzê diyar kir, "Piştî ku vîrûs li Elmanyayê gihîşt asta metirsîdar, ji bo em alîkariya pêwîst ji mirovan re bikin û li dijî vîrûsê têbikoşin me Maseya Krîzê bi lezgînî ava kir. Heta niha me alîkariya tibî û xizmeta şêwirmendiyê dan gelek mirovên xwe yên ku xwe gihandin me. Ji bo çareserkirina pirsgirêka maskeyê, ku yek ji pêwîstiyên bingehîn ên li dijî şewbê ye, me dest bi dirûtina maskeyan a bi dilxwazî û kampanya belavkirina wan kir."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji dirûtina maskeyên bêpere heta bi tedarikkirina pêwîstiyên madî û manewî yên yên nexweşên kronîk û extiyarê bi tenê û bicihanîna karên burokratîk û tenduristiyê yên penaberan di asteke berfireh de em hewl didin xizmetê bidin. Xebatên me hemû hevalên me yên dilxwazin."
'EM HEWL DIDIN XWE BIGIHÎNIN HER KESÊN PÊWÎSTIYA XWE HEYE'
Koordînasyona Maseya Krîzê ragihand ku li Berlînê ew hewl didin bi hin saziyên civakî re bi hevkarî bixebitin û destnîşan kir ku li gel Kurdistanî û Tirkiyeyan ew amade ne ji her kesên li Elmanyayê re xizmetê bikin. Koordînasyonê diyar kir ku ew bi lez û baş xwe organîze dikin û ragihand ku li derveyî Berlînê ji bajarên Mannheîm, Koln, Hambûrg, Sachsen-Magedebûrg, Leîpzîg û Halleyê jî serlêdan li wan hatine kirin.
Maseya krîzê têkildarî rewşa nexweşên ku serî li wan dane ev agahî parve kir: "Ji ber vîrûsa koronayê li Berlînê mirovekî me jiyana xwe ji dest dan. Me cenazeyê wî şand welêt, li Mûşê hate veşartin. Em sersaxiyê ji xizmên wî re dixwzin. Heta niha li Berlînê kesek li nexweşxaneyê tê dermankirin, 4 mirovên me jî di karantînayê de ne. Li Halleyê 30 kes, li Magdebûrgê jî 28 kes di karantînayê de ne ku têkiliya me bi wan re heye."
'ME DEST LI KRÎZA LI KAMPA PENABERAN WERDAN'
Koordînasyonê diyar kir ku penaberên li kampeke li herêma Magdebûrgê ji wan re ragihandin ku penaberên testa wan pozîtîf derketine bêyî ku bixin karantînayê li kampê hatine vegerandin û destnîşan kir, parlamenterê Elman tevlî vê mijarê bûye û di asta eyaletê de ketine nava hewldanan û hewl dane pirsgirêkê çareser bikin.
'EM PIRSGIRÊKÊN BUROKRATÎK JÎ ÇARESER DIKIN'
Li gorî agahiyên ji Maseya Krîzê hatin wergirtin, ji 11 kesên ku ji ber pirsgirêkên burokratîk serî li wan dan pirsgirêkên 7 kesî hatin çareserkirin, yên 4 kesî jî hewl tê dayin ku bên çareserkirin. Maseya Krîzê her wiha kir ku hin saziyên alîkariyê yên Kurdistanî di vê pêvajoyê de piştgiriyê ji dewletê werbigire.
'RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL DAXWAZA MASKEYÊ LI ME DIKIN'
Maseya Krîzê ragihand ku ew li malan maskeyan didin dirûtin, bi bêpere belav dikin û diyar kir, saziyên Elman jî di vê mijarê de daxwazê ji wan dikin û saziyek li qada civakî dixebite 700 maske ji wan xwestine û li ser vê bingehê ew jî ketine nava liv û tevgerê.
PROJEYA JI BO ZAROKAN Û MALBATAN
Maseya Krîzê diyar kir ku ev krîz ji aliyê derûnî û hestewarî bandorê li mirovan û malbatan dike û ji bo malbatan û zarokan aktîvîteyên li nava malê pêşniyar dikin, tevî karên perwerdeyî ji bo aramî, alîkarî û piştevaniya li nava malbatê jî proje û planan diafirînin.
'EM Ê TEVÎ SAZIYÊN ELMAN PÊWÎSTIYA EXTIYARAN BIGIHÎNIN MALÊN WAN
Maseya Krîzê her wiha tevlî hin organîzasyonên hevpar jî dibe. Li gorî agahiyan, aktîvîstên ciwan ên di bin sîwana Maseya Krîzê de dixebitin ji destpêka hefteya bê û pê ve wê tevî saziya Malteser a ser bi Dêra Katolîk hin karên hevpar bikin û pêwîstiya extiyaran bibin malên wan.
'XWE BIGIHÎNIN ME'
Maseya Krîzê diyar kir ku ew amade ne piştgiriya her kesên pêwîstiya wan heye, bikin.
Ji bo vê jî telefon û e-mailên ji bo têkiliyê eşkere kir:
E-Mail:
[email protected]
Telefon:
Kurdisch-Türkisch-Deutsch:
0177 8207121
Kurdisch-Türkisch:
0152 17073357
Kırmancki-Türkisch-Deutsch:
176 61259528
Kurdisch-Türkisch:
178 3963597
Sorani-Arabisch-Deutsch:
0163 7965183