Tevlîbûna li çalakiyên Êlek Zeran zêde dibe

Çalakiyên Êlek Zeran ên li dijî bê edaletiya civakî ya li Fransayê, cara 9'an pêk hat. Tevlîbûna vê hefteyê li gorî hefteyên beriya niha zêdetir bû.

Êlek Zer, ku 17'ê Mijdarê li dijî buhabûna sotemeniyê daketin qadan û çalakiyên xwe piştre veguherandin berxwedana li dijî polîtîkaya aboriya lîberal a hikumetê, cara 9'an daketin qadan. Li dehan bajarî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir, 8 hezar kes tevlî çalakiya li Parîsê bûne û li gelemperiya welêt jî 84 hezar kes tevlî çalakiyên doh bûne. Lê li gorî Êlek Zeran hejmara tevlîbûnê gelekî zêdetir e. Li gorî daxuyaniyên fermî jî be, rêjeya tevlîbûnê li gorî hefteya bihurî zêdetir bûye.

Wezareta Karên Hundir ji bo çalakiya Êlek Zeran a 29'ê Kanûnê gotibû 32 hezar kes, ji bo çalakiya 5'ê Çileyê jî ragihandibû ku 50 hezar kes tevlî bûne.

Serokkomar Emmanûel Macron meha Kanûnê diyar kiribû ku wê alîkariya debarê ya ji bo mirovên mûçeyên wan kêm e, zêde bike. Her wiha ragihandibû ku wê ji 15'ê Çileyê û pê ve nîqaşeke li asta neteweyî ya li ser pirsgirêkên welêt bide destpêkirin. Tevî vê yekê jî wê çalakiyên Êlek Zeran bidomin.