Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo çalakiyan bang kir

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang li ciwanan kir ku li dijî mejiyê dagirker û faşîzmê dakevin qadan.

Koordînasyona TCŞ'ê ragihand ku di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê li qadan bin û bang li ciwanan hemûyan kir ku li her deverê bibin dengê Rojava û azadiyê.

Koordînasyona TCŞ'ê diyar kir ku li gelek bajarên Elmanya û Fransayê di 7 û 8'ê Kanûnê de wê li qadan bin û got, "Divê neyê jibîrkirin, têkoşîna azadiyê ya gelên me, bidawîbûna şerê li Rojhilata Navîn, tenê û tenê bi azadiya Rêber Apo dibe."

Koordînasyona TCŞ'ê ragihand ku tecrîdkirina Rêber Apo parçeyek ji polîtîkayên faşîst ên li dijî feraseta azadiyê ya gelên herêmê ye û got, "Aştî, demokrasî û azadî bi bicihanîna fikrên Rêber Apo dibe. Azadiya Rêber Apo wê deriyê jiyana azad, wekhev û bi hev re ya gelan veke; wê dawî li polîtîkayên şerê dagirker bîne.

HER KES DIVÊ BI VÊ DAXWAZÊ DAKEVE QADAN

Mezinkirina têkoşîna li dijî rejîmên faşîst û êrîşên dagirker tê wateya bilindkirina dengê ji bo azadiya Rêber Apo. Her kesên ku ji bo aştî, yekîtiya gelan têdikoşe, divê bi vê daxwazê dakeve qadan. Em ji bîr nekin; Ronahiya Şoreşa Rojava bi îdeolojiya azadîparêziyê ya Rêber Apo hilat. Em ê ti carî destûr nedin ku ev ronahî vemire. Ciwan wê bi wêrekî û biryardariya xwe faşîzmê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN

Koordînasyonê got, "Niha dema mezinkirina berxwedanê û rawestandina şer e" û bang li ciwanan hemûyan kir ku li her deverê bibin dengê Rojava û azadiyê. Li gorî daxuyaniyê cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:

ELMANYA

Hamburg
Dem: 07.12.2024
Saet: 14:00
Adres: Hachmannplatz / Hamburg

Stuttgart
Dem: 07.12.2024
Saet: 14:00
Adres: Lautenschlagerstrasse / Stuttgart

Mönchengladbach
Dem: 08.12.2024
Saet: 20:00
Adres: Mönchengladbach Hauptbahnhof

FRANSA

Marsilya
Dem: 07.12.2024
Saet: 13:00
Adres: Qada Canabiere / Marsilya

Paris
Dem: 07.12.2024
Saet: 14:00
Adres: Qada Republique / Paris