Tevgera Azadiyê 'kedkarekî xwe' ji dest da
Hasan Sîdar ku ji destpêka Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava têkoşînê de bû û 40 salan bênavber têkoşiya, li Lûzernê jiyana xwe ji dest da. Sîdar ber bi warê xwe Bazarcixê ve hate şandin.
Hasan Sîdar ku ji destpêka Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava têkoşînê de bû û 40 salan bênavber têkoşiya, li Lûzernê jiyana xwe ji dest da. Sîdar ber bi warê xwe Bazarcixê ve hate şandin.
Hasan Sîdar kuk ji sala 1978'an di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê ku lê dihate dermankirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sîdar li gundê Mûsolar ê navçeya Bazarcix a mereşê hate veşartin.
Ji bo Sîdar li bajarê Zurîch ê Swîsreyê merasîmeke oxirkirinê hate lidarxistin. Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S), Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) û hemû pêkhateyên wan, hevserokên meclîsan û bi sedan kesên li herêmê malbata Sîdar bi tenê nehiştin. Destpêkê merasîma olî hate lidarxistin. Merasîm ji aliyê endamê KNK'ê Pîr Alî Matûr û Serokê Yekîtiyên Elewiyan ên Swîsreyê Pîr Bînalî Saglam ve hate birêvebirin.
JI SALA 1978'AN HETA NEFESA XWE YA DAWÎ KED DA
Piştî merasîma olî merasîma oxirkirinê hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Serhad Agirî axivî, qala têkoşîna Hasan Sîdar kir û got, "Em hemû tên û diçin. Hasan Sîdar yekî ji rêzê nebû, kesayetekî ji rêzê nebû. Karê bi wî re, naskirina wî bû para me. Em bi vê yekê serbilind in. Ji sala 1978'an heta 2023'an çinareke têkoşînê ya 45 salan bû. Li her qada têkoşînê bû. Li her derê jî bandor kir. Bi sekn, hevrêtî, fedakarî û keda xwe hevalekî me yê mînak bû. Ev yek di nava jiyanê de tişta herî girîng e. Hasan Sîdar bi keda xwe bû mînak ji her kesî re. Eger wê qala fedakariyê bê kirin, divê mirov bala xwe bidin ser jiyana wî. Wî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka me ya têkoşînê nivîsî. Wî soz dabû hevalên xwe yên têkoşînê û heta nefesa xwe ya dawî li pey soza xwe ma."
'EM Ê TI CARÎ ALA WÎ YA TÊKOŞÎNÊ LI ERDÊ NEHÊLIN'
Hevseroka CDK-S'ê Selma Surer jî qala kedkariya Hasan Sîdar kir û got, "Hevalê Hasan hat vê derê, lê belê ti carî dest ji rastiya welêt, dilsoziya bi şehîdan re berneda, heta dawiyê di vê oxirê de têkoşiya. Em ê ala wî ya têkoşînê ti carî li erdê nehêlin."
'NE TENÊ BIRAYÊ MIN BÛ'
Kekê Hasan Sîdar Alî Sîdar jî spasiya beşdaran kir û diyar kir ku Hasan Sîdar ne tenê birayê wî bû û got, "Ew biçûkê min bû. Em ne tenê bira bûn. Ew mîna kurê min, hevrêyê min, yekî ku jiyan dida min, bû. Ew di heman demê de kedkarekî gel bû."
'JI ME RE BÛ HEVRÊ, BÛ MÎNAK'
Bi navê YJK-S'ê Dîlan Çetînkaya axivî û got, "Mîrateyeke mezin ji me re hişt. Bi têkoşîna xwe ji me re bû mînak. Ji niha û pê ve jî wê mînak be."