Tevgera Çanda Demokratîk Feqîr Ehmed bi bîr anî

"Lewma em dibêjin ku ne tenê stran û helbesta resen a Kurdî, her wiha comerdî û Kurdayetî, ked û eşqa welat jî bi koçkirina Apê Feqîr xemgîn e, bi windakirina neferekî xwe yê pêşeng bi êş e."

Tevgera Çanda Kurd a Demokratîk li Ewropayê ji ber wefata helbestvan Feqîr Ehmed daxuyaniyek da.

Di peyama tevgera çandê de hate gotin, "Bi dilekî xemgîn, me nûçeya wefata hozanê mezin, helbestvanê welatpewer Feqîr Ehmed bihîst."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Feqîr Ehmed yek ji wan kesan bû ku ji destpêka ciwantiya xwe heta bi wefata xwe bêwestan ji bo karê welatperwerî û çanda xwe xebitî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Feqîr Ehmed Kurdekî dilsoz bû, mala wî mala her Kurdekî bû û wiha dewam kir: "Sala 1976'an dema ku serdana Enqereyê kir, çend rojan li gel Rêber Apo ma. Êdî weke Apoyiyekî tevgeriya. Heta nefesa xwe ya dawî li ser rêya şehîdan û Rêber Apo meşiya."

Tevgera Çanda Kurd a Demokratîk diyar kir ku Feqîr Ehmed yan jî Apê Feqîr di 50 saliya têkoşîna xwe de, ji bilî karên welatperweriyê û siyasî, mohra xwe li gelek stran û berhemên ku li ser zimanê bi milyonan mirovî xist.

Tevgerê destnîşan kir ku Feqîr Ehmed bi dilnizmî û comerdiya xwe, bi welatperwerî û zanebûna xwe, ji gelek aliyan ve bû nimûne ji hezaran kesî re.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Lewma em dibêjin ku ne tenê stran û helbesta resen a Kurdî, her wiha comerdî û Kurdayetî, ked û eşqa welat jî bi koçkirina Apê Feqîr xemgîn e, bi windakirina neferekî xwe yê pêşeng bi êş e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku weke Tevgera Çanda Kurd a Demokratîk wê Apê Feqîr her tim weke serkêşekî tevgera xwe bi bîr bînin.

Herî dawî sersaxî ji malbata Feqîr Ehmed, gelê Kurd û hezkiriyên wî hate xwestin.