BI DÎMEN

TEV-ÇAND’ê ji Fransayê bang kir: Beşdarî çalakiyên 20'ê Tîrmehê bibin!

Endamên TEV-ÇAND'ê yên Fransayê bang li her kesî kirin ku beşdarî meş û mîtîngên ku 20'ê Tîrmehê roja Şemiyê li gelek navendên Fransayê bên lidarxistin, bibin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê yên Fransa li Navenda Kurdî ya Ahmet Kaya ya paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, têkildarî tecrîd û bazariya li ser hevdîtina malbat û parêzeran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Em nêzîkatiyên bêexlaqî yên li ser Rêber Apo bi temamî red dikin. Weke ku tê zanîn ev demeke dirêje li ser Rêberê Gelê Kurd polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Weke ku em hemû dizanin çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye. Divê tecrîd bê rakirin, tecrîd her ku diçe kûrtir dibe. Em ê komplo û tecrîda navneteweyî ya ku ji sala 1999'an û vir ve tê meşandin ti carî qebûl nekin. Em bang li hemû hunermend, rewşenbîr û gelê xwe dikin ku li dijî dagirkeriya Başûr û xiyaneta PDK'ê ya û tecrîdê têkoşîneke bênavber bidin meşandin."

Hunermendên TEV-ÇAND'ê ji bo mîtîng û meşên 20'ê Tîrmehê roja Şemiyê li gelek navendên Fransayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.