TEV-ÇAND'ê Ewropa têkildarî êrîşa li ser kedkarên çapemeniya azad daxuyaniya nivîskî da û got, "Dewleta Tirk a faşîst, qirker û dijminê jinan, 100 sal in êrîşên xwe yên qirkirina fizîkî û çandî bi Malbata Barzanî ya li ser xeta xiyanetê israr dike re li ser Kurdan didomîne. Ji ber ku di êrîşên ku ti rêgezên hiqûqî û exlaqî nas nake li ser gerîlayan meşand, bê encam man, êrîşî dengê azad ê gelê Kurd çapemenî û çandê dike. Herî dawî di 23’yê Tebaxê de li ser hevkarî û sîxuriya Malbata Barzanî, kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku dengê azad ên gelê Kurd bûn, qetilkirin. Dîsa dengê gelê Kurd hevrê Delîla 17 sal berê îro li ser rêya heqîqetê li dijî pergala qirker bi lehengî şer kir û şehîd bû.”
'EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN, YEKITIYÊ AVA BIKIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
"Em weke kedkarên çand û hunerê van êrîşên ku bi tifaqên qirêj ên li dijî gelê Kurd û dengê wê yê azad, kedkarên çapemeniya azad û çandê pêk tên şermezar dikin. Em kedkarên çapemeniya azad û çandê yên ku di encama van êrîşan de şehîd bûne bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û sersaxiyê malbatên wan ên welatparêz, çapemeniya azad û kedkarên çandê re dixwazin. Ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”
Sed salin polîtîkayên qirkirinê li ser gelê me tê meşandin. Têkoşîna azadiyê ya bi Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir, îro di 40’emîn sala xwe de mezintir bûye. Kedkarên çapemenî û çandê yên ku ji bo azadiya xwe ji fedekariyan dûr negirtin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst-qirker û xiyanetkar, hevkarê wan Barzaniyan, têkoşîna azadiyê mezin kirin, civakê ronî kirin û bûn dengê wê yê azad. Di vê rêyê de Mazlûman, Gurbetelliyan Selçûkan, Nûjiyanan, Denîzan nehatin jibîrkirin, wê Gulistan jî neyên jibîrkirin. Mizgîn, Sefqan, Berçem, Serhat, Viyan, Arjîn nehatın jibîrkirin, Delîla jî nayê jibîrkirin. Fikr, pênûs û dengên wan ên azad dê her tim tarîtiya cihanê ronî bike. Hesreta azadiyê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî wê ji bo hemû jin û gelên cihanê bibe hêvî.
Em ê li ser rêya ku hevrê Gulistan, Hêro û Delîla ronîkirine, bi dayîna kedeke mezin hesreta wan a azadiyê bi cih bînin û em ê hîn bêhtir bibin dengê azadiyê. Em ê her tim bi hunera xwe rûyê van qirker û xiyanetkaran eşkere bikin. Li ser vê bingehê weke kedkarên çapemeniya azad û çandê, li dijî pergal û polîtîkayên qirker a dijminê jinan û civakê ye bi hev re li ser rêya heqîqetê bibin yek û têkoşînê berfireh bikin.
Li ser vê bingehê em careke din hevrê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Delîla bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û ji bo armancên wan bi cih bînin em ê bi fedakariyeke mezin têbikoşin.”