Teslîm Tore, li Kolnê hate bibîranîn

Yek ji pêşengê tevgera çep a li Tirkiyeyê Teslîm Tore yê ku di meha Mijdarê de rehmet kiribû, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate bibîranîn.

Teslîm Tore di 24’ê Mijdarê de li nexweşxaneyê rehmet kiribû.

Li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Kolnê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin.

Di bibîranînê de kurê wî Şukru Tore axivî û got ku “Me ji hev re got rêheval. Em di nav heman rêxistinê de man. 21 salan me qet hev nedît. Piştre li zindanê me hev dît. 8 salan bi hev re em di zindanê de man.”

Di bibîranînê de hevalê wî yê di girtîgehê de Mehmet Surmelî jî got ku “Ew ji bo me Keko Teslîm bû. Dîtina wî her dem heyecan dida me. Em jê serbilind bûn. Ew şoreşgerekî baş bû. Ew tu carî ne dûrî tevgera Kurdan bû. Her dem digot, bawerîya xwe bi PKK’ê bînin.”