Teqîna li Sakaryayê Însyatîfa Zarokên Agir li xwe girt

Teqîna li fabrîqeya fîşekên hewayî ya li Sakaryayê Însyatîfa Zarokên Agir li xwe girt.

Însyatîfa Zarokên Rojê ragihand ku qetîna li fabrîqeya fîşekên hewayî ya îro li navçeya Hendek a Sakaryayê wan kiriye.

Însyatîfa ku daxuyaniyek nivîskî da got: “Me fabrîqeya fîşekên hewayî ya li navçeya Hendek a Sakaryayê kir xwelî.”

Di dîmenên li ser tevnên dijîtal hatin parvekirin de, baş dixuyê ku li pey hev teqîn pêk tên, dûya ji cihê teqînê bilind dibe belavî qadekî mezin dibe. Teqîn 50 kêlometre dûr jî hate bihîstin.

Li gorî Însyatîfê fabrîqeya fîşekên hewayî bi temamî bûye xwelî.

Li gorî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî di şewata fabrîqeyê de 2 kes mirine, 1 jê giran 74 kes jî birîndar in.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koç jî diyar kir ku 85 ambûlans, 2 helîkopterên ambûlans, 11 Tîmên Rizgariya Medîkal a Neteweyî çûne cihê bûyerê. Koca jî mirina 2 kesî piştrast kir.