Temellî li Strasboûrgê ye: Divê CPT û KE tevbigere

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir û got li dijî polîtîkayên şer giring e ku tecrîd bidawî bibe û rê li aştiyê were vekirin.

Sezaî Temellî ku ji bo rûniştinê li Meclîsa Parlaenter a Konseya Ewropayê (KEMP) hatî Fransa Strasboûrgê, çû serdana greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ya bêdawî û bêdorveger, ku ev 37 roj in didome û got, ji bo ku destekê bide çalakiyê û bi helwesta rûmetdar re hevkariyê bike li wir e. Temellî got, şertên dîlbûnê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi serê xwe tecrîd e û got, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî tecrîda girankirî li ser Ocalan hatiye danîn.

Temellî diyar kir, heta ku şertên tecrîdê bidomin li Tirkiyê tecrîd li ser her kesî heye û got, Tirkiye li ser polîtîkayên şer rawestiyaye û got, ew jî li ser mirovahiyê, dadmendiyê û aştiyê rawestiyane.

Temellî got niha polîtîkayên şer dibin derveyî sînoran jî û got, gefên şer ên li ser Rojava jî vê bi rengekî vekirî nîşan dide.

Temellî diyar kir, ji bo ku tecrîd bi dawî bibe bi salan e li qada netewî û navnetewî gelek hewldanê wan çebûne û domand, ''Mixabin hikûmet û dewlet li ser tecrîdê rawestiyan û ev 3,5 sal in ber welat ber bi zilm, tundî û krîzeke giran ve şemitî.''

BANGA LI CPT Û KE'YÊ: TEVBIGERIN

Temellî greva birçîbûnê ya li Hewlêrê û li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê bi bîr xist, got Nasir Yagiz ev 62 ro jin û Leyla Guven ev 76 roj in di greva birçîbûnê de ye û diyar kir Guven nema dikare keça xwe jî bibîne û got, ''Em bang li CPT û KE'yê dikin ku bihistyar bin û tevbigerin.''

HEVDÎTIN NAYÊ MANEYA KU TECRÎD RABÛYE

Li ser hevdîtina birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mehmet Ocalan a 12'ê Çile jî got, ev bi vê kêfxweş in lê nayê maneya ku bi vê hevdîtinê tecrîd bi dawî bûye.

Temellî diyar kir parêzerên Ocalan ji bo ku Ocalan bibînin ev 783 car in serlêdanê dikin, heke parêzer Ocalan bibînin dibe ku banga biki da ku çalakî bidawî bibin. Temellî ji hêla hiqûqî û mirovî ve bal kişande ser girîngiya rabûna tecrîê û got divê ji hêla siyasî ve jî muzakere werin kirin.

DIVÊ JI BO GUVEN TEVBIGERIN

Temellî got Guven di pêvajoyê de gaveke girîng avêtiye û got, ''Em naxwazin Guven ji dest bidin''.

Temellî her wiha destek da çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê û serkeftin xwest.

ÇALAKGER: ÇAVÊ ME LI AMEDÊ YE

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê Mustafa Sarikaya jî axivî, kêfxweşiya xwe diyar kir û got, heke têkoşîna ku Leyla Guven dayî destpêkirin bi ser bixin derfet çêdibin ku faşîzmê têk bibin û bi dînamîkên Tirkiyê ev pêkan e.

Sarikaya diyar kir, serdana HDP'ê girîng e û HDP yek ji partiya herî girîng a siyasî ya Tİrkiyê ye.

Sarikaya got serkeftina pêvajoyê bi xwedîderketina li Leyla Guven û grevên birçîbûnê yên din e.

Sarikaya got, ''Çavê me li Amedê ye'' û diyar kir, heke Bakurê Kurdistanê bi rista xwe rabe wê bikaribin pêşî li êrîşe were gritin. Sarikaya got got faşîzma AKP'ê ku li Rojhilata Navîn xwe di ber şer û komkujiyan re kiriye dikare were şikandin.