Temellî: Lêgerîna me ya edaletê didome

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî: Bêedaletî û bêhiqûqiyek mezin heye. Li Tirkiyeyê ne mumkun e ku mirov qala daraza xweser û bêaligir bike. Li vir lêgerîna edaletê didome.

Li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) rûniştina doza Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş pêk hat. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî, Berdevka Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Karê Derve û Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca, Parlamentera Mêrdinê Pero Dundar û parêzeran doza Demîrtaş şopand. Piştî dirûşmeyê Temellî û ji parêzerên Demîrtaş yê dozê dişopîne Yrd. Doç. Dr. Kerem Altiparmak li pêşiya avahiya DMME’yê daxuyanî dan çapemeniyê.

TEMELLÎ: BÊHIQÛQÎ HATE TEŞHÎRKIRIN

Daxuyaniya Temellî wiha ye;

“Dadgeha beriya niha em bûn şahidê wê ji bo teşhîrkirian bêhiqûqiyiya mezin a li Tirkiyeyê gelek girîng e. Berî her tiştî doza Selahattîn Demîrtaş ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Spasiya hevalên ku parastina vê dozê kirine dikim. Di rastiyê de parastinekê nakin xwedî li têkoşian li dijî bêedaletiyê ya mezin a li Tirkiyeyê derdiekvin. Ez spasiya keda wan dikim. Bêedaletî û bêhiqûqiyek mezin ehye. Îro ne mumkune ku li Tirkiyeyê qala daraza xweser û bê alîgir were kirin. Li Tirkiyeyê sistemeke ya darazê ya li gorî fermanan dimeşe heye. Îro tam li dijî vê sistema darazê lêgerînek ya edaeltê didome. Hêvdarim ku ev lêgerîna edaletê dur nekeve.

‘DARAZ BÛYE AMÛR’

Îro  desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk, ji bo domandina rejîma xwe ya otorîter daraz weke amûrekê lê kiriye. Hêvîdarim ku bi mînaka vê dozê re û bi encama vê dozê re dawî li vê pêvajoyê were.”