Têkoşîna Leyla Guven têkoşîna me ye jî

Berdevka Navnetewî ya Partiya Komunîst a Fransiz Lîdya Samarbakhs û Seroka Komeleya France Kurdistanê Sylvîe Jan gotin, ''Têkoşîna ku Leyla Guven di lêgerîna wekhevî û dadmendiyê dide, têkoşîna me ye jî. Divê tecrîd bidawî bibe.''

Berdevka Navnetewî ya Partiya Komunîst a Fransiz Lîdya Samarbakhs û Seroka Komeleya France Kurdistanê Sylvîe Jan, bi banga HDP'ê ji bo ku çavdêriyê li dadgehên Leyla Guven û Selahattîn Demîrtaş bikin çûbûn Amedê. Dema ku Guven berdan çûne mal Guven û serdana wê kirin.

Herdu dostên Kurdan 25'ê Çile li gel endam û rêveberên HPD'ê li ber dadgehê hazir bûn. Piştî berdana Guven gotin, ''Leyla Guven bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Bi çalakiya xwe Leyla Guven serî li Erdogan dabû tewandin.''

TÊKOŞÎNA WÊ YA DEMOKRASIYÊ YA ME HEMÛYAN E

Lydîa Samarbakhs diyar kir, Tirkiye ji bo ku li atmosfera demokrasiyê  vegere, da ku zemînek were çêkirin ew hatibûn û got, ''Girîng e bû ku mirov li parlamenter Leyla Guven xwedî derbiketa û parastina jiyana wê bikire. Ji ber ku têkoşîna wê ya demokrasiyê ya me hemûyan e.''

'KÊLIYÊN PIR XWEŞ BÛN'

Seroka Komeleya France Kurdistan jî got, ''Leyla Guven a girtî, bi wê armancê bû ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were şikandin, raya giştî ya bi çalakiya xwe tevbigerîne. Û em, Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, gelek namzetên şaredariyên HDP'yî, keça Guven Sabîha Temîzkan li gel parêzeran li wir bûn. Kêliyên pir xweş bûn, ev rewş nedhate payin û em şad bûn.''

JI ME RE BÛ RONKAHÎ

Jan wiha domand, ''Pir hijmetkar, dilgerm û pir biryardar xuya dikir. Me bi tiliyên xwe nîşaneya serfiraziyê bi hev re kir. Bi awira xwe ya ku mirov ji bîr nake ji me re bû ronkahî. Ji ber desteka me malavayî li me kir. Hê jî greva birçîbûnê ya bi sedan girtî yî didome. Divê îzolaasyon bidome û ji bo vê têkoşîn wê bidome.

'DIVÊ OCALAN WERE BERDAN'

Lydîa Samarbakhs jî yek ji wan kesan bû ku li çû serdana Guven û got, ''Divê grevên birçîbûnê mîna tevgera demokrasî, aştî û dadê ya li Tirkiyê werin dîtin. Divê Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û hemû hilbijartiyên HDP'ê werin berdan. PKK divê ji 'lîsteya terorê' ya YE'yê were derxistin.

TÊKOŞÎNA ME YE JÎ

Samarbakhs û Jan herî dawî gotin, ''Têkoşîna ku ew di lêgerîna aştî û dadmendiyê de dikin têkoşîna me ye jî. Peywira me ew e ku ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyê hevgirtina navnetewî geş bikin. Her roj hin mirovên tin têne gritin, êşkence û êrîş zêde dibin. Li dijî vê em berpirs in ku her roj toreke dî ya hevgirtinê ava bikin, bi hilbijartiyên girtî re projeya xwîşkûbiratiyê geş bikin û ji bo ku êrîşên AKP'ê werin qelskirin divê em bi rê û rêbazên din tora hevgirtinê ava bikin. Em dizanin ku berpirsyariyeke mezin a Yekîyiya Ewropayê û Fransayê di vê mijarê de heye. Em ê berpirsyariya Fransayê ya li bara Kurdan bi bîr bixin. Lê divê her kes vê bizanibe, ti kes nikare civakeke wiha ku bi jin û mêrên xwe ve têkoşîna azadiyê dide, biqedîne.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka