Têkoşîn berdêlan dixwaze

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç: Hêza li pêşberî me komkujer e. Pergala xwe wiha daniye. Ji bo vê jî têkoşîn berdêlê dixwaze û her kes berdêlê dide. Du rê li ber me hene. An em ê serê xwe bitewînin an jî berdêlê bidin.

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç e.

Koç ji mêj ve ye ku li Ewropayê xebatên siyasî dike û hevseroktiya gelek federasyonan kiriye. Ji ber ku lîsansa bilind bike tê Elmanayê, lê li vir ji ber xebatên siyasî nema dikare vegere. Dayika wî piştî 25 salan hatiye cem wî, lê ji ber greva birçîbûnê nikare dayika xwe jibîne. Koç her wiha berdevkê çalakgerên greva birçûnê ya strasboûrgê ye. Koç ji aliyekî ve hem dixebibe û hem jî hevseroktiya KCDK-E'yê dike. Koç dibêje, demekê MÎT'ê gef lê xwariye lê wî bi paş de ga neavêtiye û xebatên xwe didomîne.

Koç ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Koç 1964'an li Erdaxan Hoçvanê jidayik bûye. Dibistana seretayî li Erdaxanê û lîseyê jî li Qersê dixwîne. Şehîd Akîf Yilmz ji gundekî nêzî gundê wan e, Idrîs Okmen wê demê li Qersê çalak in. Koç dibêje, piştî ku wî salên 1978-1979'an van du hevalan nas dike, gelekî dikeve bin bandora wan.

Koç dibêje piştî lîseyê dest bi zanîngehê dike, li unîversîteyê jî bi hevalan re têkiliya xwe domandiye, di nav ciwanên zanîngehê de xebat kiriye. Koç li ser hatine xwe ya Elmanya dibêje,''Sala ku min li zanîngehê endezyariya endustriyê qedandî 1989'an bûyerên 1'ê Gulanê ya Taksîmê bûbûn. Ez jî bi xwendekarên zanîngehê re tevlê bûbûm. Polîsan çend kes girtibûn. Malbata min jî qilqilî hinekî. Wê demê ji bo ku masterê bikim ez şandim Elmanayê. Min ê doktoraya xwe li vir temam bikira. Min jî qeyda xwe li Zanîngeha Bremenê kir, sala 1990'î.''

Piştî ku mastera xwe dike Koç dibêje dîsa bi komelê, bi hevalan re têkiliyê datîne, komeleyek ava kirine, dema Şerê Kendavê pêşî hewl dane ku rektorê dagir bikin lê piştre birayarê diguherin û dixwazin ku rektorî daxuyaniyê bide. Rektorî qebûl dike û dibêje, rektoriyê daxuyanî daye û gotiye ew li dij in ku Kurd werin qetilkirin.

Koç tevlî nav rêveberiya komeleya xwendekaran ASTA'yê dibe. Piştre tevlî nav xebatên YXK'ê dibe, li gel du hevalên xwe diçine kongreya pêşî ya YXK'ê ya Bremenê, li wir çalak dibe û 1993'an dibe serokê komeleya xwendekaran.

Koç her wiha seroktiya damezîner a YEK-KOM'ê kiriye. Demekê hevseroktiya NAV-DEM'ê kiriye û niha jî hevseroktiya KCDK-E'yê dike. Di nav xebatên Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê de cih digire. Koç dibêje, ''Rêbertî çar konferans pêşniyar kiribû. Di nav wan xebatên wan konferansan de min cih girt. 2013'an me Yekîtiya Hêza Demokratîk ava kir'' û didomîne, ''Bi qutebirî 1990'î hatim Elmanyayê û ji 1992'yan û vir ve di nav xebatan de çalak im.''

Koç hem li hêlekê xebatên siyasî dike û li hêla jî 15 salan di fîrmayekê de dixebite, dibêje gelek kesan bawer nedikir ku ew hem di karekî de dixebitî hem jî xebatên saziyê dikir. Koç wiha got, ''Têkoşîna azadiya Kurd têkoşîneke zehmet e. Hêza li pêşberî me li ser komkujiyan xwe ava kiriye. Têkoşîn ji bo vê sedemê berdêlê dixwaze û her kes berdêlê dide. Kalikê min 100 salî bû, birin û êşkence lê kirin. Birayên min jî wiha. Hemû Kurdistanî wiha, her malbat, her mirov berdêlê dide. Ji bo vê, ez jî fedekariyê dikim. Helbet bandorê li min dike, nabêjim nake. Lê du rê li ber me hene. An em ê serê xwe bitewînin an jî berdêlan bidin. Ev jî bi xizmeta ji bo gel pêk tê. Niha weke bi milyonan welatparêzê Kurd, ez jî bi çarçoweya ku vî gelî berdêl dayî hewl didim ku fedekariyê bikim û bibim layiqî wê.''

Koç ku ji 14 çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Strasboûrgê ye û her wiha berdevkiya çalakiyê dike, têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ''Peywira me hemû gelê Kurd ê welatparêz e ku em tecrîdê bişkînin. Peywira exlaqî û wijdanî ya her mirovî ye ku ji xwe re welatparêz dibêje. Ev 20 sal in li ser Serok Apo tecrîd heye. Ev her wiha rexnedayina me ye. Heke me têra xwe li ber xwe bida, em xwedî lê derketina, me yê ev tecrîd bişkanda. Lê hêza me heye, qudreta me heye, em dikarin bi rengekî sîstematîk vê bikin.

Me di kongreya 3'yan a KCDK-E'yê de biryar da û got, em ê îsal bikin sala azadiyê ya Serok Apo. Piştre jî ji bo azadiya Rêbertî me çalakî dane destpêkirin. Li Strasboûrgê ku niha em lê ne me gelek çalakî kirin. Di vê pêvajoyê de em şandeyek çûne cem CPT. Me ji CPT xwest ku biçe Imraliyê û bi Rêbertî re rûne. Yekî di nav CPT'yê de got, ''Daxwazên we rewa ne, lê hin tişt ji me derbas dibin. Divê mekanîzmayên siyasî sazkar bibin.'' Ango bal dikişandanda bêdengiya qada navnetewî ya li dijî vê kirina dij mirovî ya Tirkiyê. Ev jî nîşan dide ku pergala tecrîdê ya li Imraliyê ne tenê bi Tirkiyê ye. Tirkiye li wir piyon e, qerdiyan e.''

Koç got heta ku tecrîd neyê şikandin li Tirkiyê azadî û demokrasî geş nabe, li Rojhilata Navîn gel nikarin azad, wekhev bibin û jiyaneke hevpar bijîn, diyar kir ku tenê Ocalan dikare rê li ber rewşa şer bigire.

Koç herî dawî got: ''Dema ku me dest bi greva birçîbûnê kirî, hevala me Leyla Guven ketibû roja xwe ya 40'î ya greva birçîbûnê. Wê pêşegiya me kir. Di şexsê wê de her kesê ku li çar parçeyên Kurdistanê ketine greva birçîbûnê, li ber xwe didin, slav dikim. Ev berxwedaneke dîrokî ye. Dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye û Kurd di dema xwe ya herî xurt de ne. Lê taloke jî mezin in. Ji bo ku tecrîd bidawî bibe li navda saziyên Ewropayê em di greva briçîbûnê de ne. Li gel hevalên xwe yên çalakger, bi coşî, bawerî û biryardarî çalakiya xwe didomînin.''