Têkiliya Kenan Ayaz ê ku li Qibrisê di greva birçîbûnê de ye, ji derve hat birîn

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê ku li girtîgeha Qibrisê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, têkiliya wî bi cîhana derve re hate birîn.

Malbata siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz û nûnerên Navenda Çanda Kurd a Teofîlos ji bo hevdîtinê pêk bînin çûn Girtîgeha Lefkoşyayê.

Lê rêveberên girtîgehê diyar kirin ku ji ber siyasetmedar Ayaz dest bi greva birçîbûnê kiriye, destûr nayê dayîn ku bi kesî re hevdîtinê bike.

Nûnerên Kurd ên ku çûn hevdîtinê diyar kirin ku, ji roja ku siyasetmedar Ayaz dest bi greva birçîbûnê kiriye heta niha tu agahî ji wî nestendine.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de, birîna peywendiyan mîna ‘Pêkanînên dewleta Tirk a faşîst’ hate nirxandin û ev tişt hatin gotin “Dewleta Qibrisê ne tenê daxwazên dewleta Tirk a faşîst bi cih anî, di heman demê de dest bi şirîkê pêkanînên faşîst ên dewleta Tirk a mêtinger kir.”

Kenan Ayaz di 15 'ê Adarê de dema dixwest ji balafirgeha Larnaca derkeve ji bo serdana malbata xwe ya li Swêdê bike, ji ber biryara girtinê û daxwaza îadekirinê ya hikûmeta Elman ji aliyê polîsên Qibrisê ve hatibû destgîrkirin.

Di rûniştina 19'ê Nîsanê de Dadgeha Larnakayê biryara radestkirina Ayaz a Elmanyayê da û rê li ber îtîrazê ji Dadgeha Bilind re vekir.

Ayaz di 4'ê Gulanê de bi rêya parêzerê xwe daxuyanî da çapemeniya Qibrisê û got, "Dema ku azadiya min bi nêzîkatiyeke bêhiqûqî û dijmirovahî ji destê min tê girtin ez nikarim bêdeng bimînim. Ji ber ku ev tehdîd hîna cidî û berçav e, ji bo balê bikşînim ser neheqiya pêkanînên muhtemel ên radestkirinê, ez dixwazim diyar bikim ku ji 4’ê Gulana 2023’yan heta daxwaza min bê cih, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikim. Bi vê çalakiyê ez ê nerazîbûna xwe nîşan bidim.”