Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sydneyê hat protestokirin

Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Sydney ê Awistralyayê bi çalakiyekî hat protestokirin.

Li bajarê Sydney ê Awistralyayê li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve li pêşiya parlementoya eyaleta NSW’ê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Senetorê Partiya Keskan David Shoebridge, Parlementera Partiya Keskan Abigail Boyd, namzetê endamtiya meclîsa şaredariya Balmaîn a Keskan Îsmet Taştan tevlî çalakiyê bûn û axivîn.

Parlementera Federal a Partiya Keskan Abîgaîl Boyd di axaftina xwe ya li çalakiyê de wiha got: “Em ji bo ku peymana berdana Birêz Ocalan bidin li vir in. Gelê Kurd 25 sal in ji bo azadiya Birêz Ocalan têdikoşe. Zêdeyî 3 sal in hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Xistina mijara bazarê ya vê rewşê nêzîkatyeke biçûk xistinê ye. Ji bo me xemgîniyê ku hikûmeta federal di mijara binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Ocalan de deng nake û li ser mijarê bang li civaka navneteweyî nake. Em weke Partiya Keskan li vir û li her derê li kêleka gelê Kurd bin. Em bi we re ne û em soz didin ku ji bo azadiya Birêz Ocalan çi ji destê me were em ê bikin.”

Senetorê Partiya Keskan David Shoebridge di destpêka axaftina spasiya gelê Kurd kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha got: “Bibîrxistina kampanyaya ku 68 xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo azadiya Birêz Ocalan dane destpêkirin, girîng e. Çima vê dikin? Ji ber ku Ocalan girtiyeke siyasî ye. Girtiyê siyasî yê dewleta Tirk e û li girtîgehê di şert û mercên herî giran ê tecrîdê de tê girtin. Ev rewş li dijî berpirsyariyên mafên mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê ye. Pir kirêt e ku hikûmeta Tirkiyeyê Abdullah Ocalan ji gelê Kurd tecrîd dike û mafê herî xwezayî yê hevdîtina malbat û parêzeran dike mijara şantaj û bazarê. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Namzetê endamê Meclîsa Şaredariya Balmaîn ê Partiya Keskan Îsmet Taşkan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê şexsek e, rêber û îradeya siyasî ya bi milyonan Kurd e û rêya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan dibe. Her wiha anî ziman ku divê Awistralya bikeve dewrê û rola xwe di çareseriya vê pirsgirêkê de bilîze.

Hevserokê Federasyona Kurd a Demokratîk û Awistralyayç Brûsk Ayverî jî axivî û wiha got: “Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi azadiya Rêber Apo dibe. Heta ku tecrîda mutleq neyê şikandin û Rêber Apo azad nebe, ne pêkan e ku pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser bibe. Em weke gel heta pêkanîna azadiya Rêber Apo her tim di çalakiyan de bin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Ji Ocalan re Azadî” bi dawî bû.